NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji şoreşgerê pêşêng ê sedsala bîstan Mao Zedûng gotibû: “Çirûskek dikare tevahiya pêngavê bişewitîne.” Wî wê demê civak xwedî nifûsa herî mezin a cîhanê Çînê bi çirûska gerîla rakir ser piyan. Bûyera qetilkirina Jîna Emînî ya ku salek beriya niha di 16’ê Îlona 2022’yan de ji ber beşek porê wê xuya dikir ji aliyê “Polîsên exlaqê yên Îranê”ve hatibû qetilkirin rê li ber heman çirûskê vekir.
Piştî bûyerê jin û ciwan bi taybet xwendekarên zanîngehê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li ber xwe dan û dest bi şoreşa azadiyê ya dîrokî kirin. Ev serhildan bi lezgînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû û rêveberiya niha ya Îranê matmayî hişt. Bêguman ne tenê rêveberiya Îranê matmayî mabû; bi wî re hemû pergala serdest a mêr û mirovahiyê matmayî mabûn. Ji ber ku şoreşa Jin Jiyan Azadî ne tenê di nav sînorên Îranê de ma, demildest li cîhanê belav bû û bandor li hemû mirovahiyê kir.
Aliyê balkêş ew e ku her çendî di serhildana navborî de haydariyek hebû jî, hema rêxistinek fermî tunebû. Di pêşengiya jin û ciwanan de civak bi hişmendiyeke qismî û zêdetir bi bertekî radibû ser piyan. Nêzîkatiya paşverû ya rejîma Îranê ya heyî “porê jinan divê xuya neke” û zextên giran ên li ser vê bingehê pêşxistibûn, rê li ber bertekan vekir. Gel bi van bertekan daketin qadan û di her cure çalakiyên afirîner de xwe bi rêxistin kirin. Ew ji nişka ve bûn serwerên kolan û rejîmê felc kirin.
Rêvebiriya heyî ya Îranê encax piştî demekê karî matmayîna xwe ji holê rabike û ji ber ku ji zêdebûna bertekan ditirsiya, bi nêzîkatiyeke lihevkirinê nêzîkî girseyên ku daketin kolanan bû. Wî bi xwe ji bo civîn û gotûbêjan bang li girseyê kir û wisa da xuyakirin ku ew bi rastî lihevkirinê dixwaze. Lê ji aliyekî ve hewl dida ku dem qezenc bike û li aliyê din jî kesên pêşengiya serhildana gel dikirin nas bike. Bi rastî jî piştî ku van hêviyên xwe bi cih anî, berê xwe da zext û tundiya li ser girseyê. Di serî de êrîşî jin û ciwanan kir û dest bi girtin û qetilkirina kesên ku derketin kolanan kir. Di sala borî de bi hezaran kes girtin û bi sedan îdam kirin. Zext û êşkence ewqas zêde kir, heta ku li dibistanan xwendekarên keç bi komî jehrî kir. Di dawiyê de tevgera gireyî eciqand û bi giranî jî qels kir.
Rewşa ku balkêştir derket holê ew bû ku serhildana azadiyê li seranserê cîhanê berfireh bû. Ji dewletên ku digotin ew li dijî rêveberiya bi navê Xumeynî-Xamineyî ne û heta îdia dikirin ku li dijî Îranê şer dikin jî dengek cidî derneket. Qaşo daxuyaniyên ku ji dewletên Ewropayê, bi taybetî jî ji DYE’yê dihatin, mîna dengê pêşûyan bûn. Eşkere ye ku azadiya jinên ku daketin kolanan serdestiya mûr tirsand û di şexsê yekîtiya dewletan de hevgirtina navxweyî ya serdestiya mêr derket holê.
Herçend diyar bû ku berteka civakî bi taybetî di nav jin û ciwanan de û hevgirtina bi jinên Îranê re asteke diyar bi dest xistibû, lê kêmasiya wê bi her awayî diyar bû. Di bingeha xwe de rastiya ku civak di rastiyê de çiqasî hebûn û rêxistin bû, xwe derdixist holê. Her wiha ji ‘civaka di bin desthilatdariya mela û jina bi çerşef’ de çalakiyeke bi vî rengî nedihat hêvîkirin. Piştî ku ev nêrîna xapînok û serwerî hat derbaskirin, li gelek qadên cîhanê çalakiyên piştgiriyê destpê kirin. Bi awayekî xwezayî, yên ku herî zêde ev piştgirî nîşan didin jin bûn.
Tevliheviyeke girîng a ku ji destpêka serhildana Jin Jiyan Azadî derket holê, ew bû ku dirûşma navborî tê çi wateyê û kê ew afirandiye. Em bûn şahid ku hin alî ketina nava hewldana ev dirûşma kurdî, wekî dirûşma xwe nîşan bidin. KDP a ku weke ji weba bireve ji azadiya jinê ditirsiya, got ku ev dirûşm aîdê wan e. Li ser vê bingehê nîqaş û xebatên ji bo têgihiştina Jin Jiyan Azadî ev salek berdewam kir.
Lê belê afirînerê vê dirûşmê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Tevgera Azadiya Jinên Kurd a bi pêşengiya PAJK’ê li ser vê dirûşmê jinan perwerde û bi rêxistin dike. Rêber Apo di nirxandinên xwe de balê dikşîne ser peyva Jin û Jiyan ji heman kokê tê û girêdana jin û jiyanê ya ku nayê qutkirin destnîşan kir. Ji ber vê yekê Jin Jiyan Azadî wiha pênase kir: “Jin jiyan e, jiyan jî azad be.” Bandora vê pênaseya ku xwedî nirxeke pir kûr a felsefî û bîrdozî ye, wek “formûleke efsûnî” nîşan da. Got ku “Formula efsûnî ya Jin Jiyan Azadî xwedî hêza çareserkirina her pirsgirêkê ye.” Û van hemûyan kir bingehê Jineolojiya ku pêşxistiye.
Niha yekemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî pêk tê. Tevgera Azadî ya Civaka Rojhilatê Kurdistanê bang li hemû gelên Îranê û bi taybet gelê Kurd kir ku di yekemîn salvegera Serîhilda de dakevin qadan. Li ser vê bingehê banga xwedîderketina li şehîdan, hevgirtina bi girtiyan re û hîn kûrtir û rast fêmkirina çalakiya azadiyê dike. Di destpêka rojê de xuya ye ku banga mijara gotinê heta radeyekê hatiye cîbicîkirin û her kes hewl dide fêm bike ku wê encam çi be. Bê guman, em nikarin vê rewşê pêşbînî bikin an binivîsin, lê gava ku hûn vê gotarê bixwînin, hûn ê her tiştê ku qewimî dizanin û binirxînin.
Ji ber ku ji roja berê ve li gelek deverên cîhanê çalakiyên ji bo silavkirina yekemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî destpê kirine û ji roja îro ve li gelek deveran çalakiyên bi coş tên lidarxistin, bi hêsanî mirov dikare bibêje ku yekemîn salveger li gorî ruhê şoreşa azadiyê tê jiyîn. Em di wê baweriyê de ne ku jin bi taybet li Rojhilat, Rojava û parçeyên yên din ên Kurdistanê wê bi girseyî dakevin qadan û şoreşa xwe pêş bixin û bijîn. Helbet hemû civak çalakiya mijara gotinê hembêz dike û piştgiriyek mezin dide. Xwepêşandan bi qîrîna dirûşma Jin Jiyan Azadî li seranserê cîhanê pêk tên.
Bêguman pîrozkirina yekemîn salvegera vê serhildana mezin bi çalakiyan pir girîng û pêwîst e. Lê belê, di heman demê de girîng e ku mirov pêşketinên sala çûyî baş muhaseba wê bike û geşedanên derketine holê rast fêm bike. Di vê mijarê de divê em vê yekê bînin ziman: Çawa ku dema ev serhildana azadiyê dest pê kir her kes matmayî ma û gelek jê şaş bûn, di nava saleke vê têkoşînê de jî ti kes nema ku di wateya Jin Jiyan Azadî de bandor li wan nekiribe. Mînak hene ku dibêjin rejîma niha ya Îranê serhildan çewisandiye û bi ser ket. Lê belê, kesên ku difikirîn ku ew bûyeran di warê nîzama giştî de hatiye çewisandin jî, ji wateya serhildana navborî pir bandor bûne û guhertinek pir cidî dîtin. Êdî ne rejîma Îranê ya kevin û ne jî pergala modernîteya kapîtalîst a kevneperest a serdest a mêr heye. Ev rastiyeke eşkere ye ku ev sîstem û xwediyên wê, bi tirs û xof be jî, di bin bandora kûr a şoreşa azadiya jinê de ne û nizanin wê çi bikin.
Helbet pêşketina herî girîng a sala derbasbûyî di hemû beşên civakê yên ji aliyê pergala heyî ve tên çewisandin û bi taybet jinan pêk hatiye. Xwebawerî, hişmendî, rêxistinbûn, hevgirtin û têkoşîna jinan û hemû bindestan ji her demê zêdetir pêşketiye. Ev tê wê wateyê ku tu tişt vala nebû, berovajî çalakiyên azadiyê destketiyên mezin afirandin. Niha li ser bingeha van destketiyan û bi ruhê azadiyê yê bê şik em dikevin sala duyemîn. Piştre di sala duyemîn de wê çalakiyên azadiyê xurtir bibin û destketiyên mezintir pêk werin. Li ser vê bingehê em şoreşa Jin Jiyan Azadî ya ku sala xwe ya yekemîn qedandiye silav dikin û hemû şehîdên wê bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka