EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiya xwe ya duh a li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker agahî dan û ev agahî hatin parvekirin:
“Êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li seranserî herêmên me bê navber didomin. Li hember van êrîşên dijmin ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bibandor yên bersivdayinê tên lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
- Di roja 18 îlonê de, li gundê Eble ya bajaroka Babê, ji aliyê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyekî serdagirtinê hat li darxistin. Di encamê vê çalakiyê 15 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn. 3 mewzî, 3 motorsîklet, seyareyek û depoyek cebilxane hatin ruxandin. Her wiha 6 çekên AK-47 tev 2 rext û 12 jarjorên xwe, 1 çeka BKC tev zîncîra xwe, 1 çeka B-7, 4 bombe, 1 telefon û 1 nasname hatin desteserkirin.”