HANNOVER – Duh êvarê saet di 18.00’an de li Hannoverê bi pêşengiya Tekojîn û TCŞ’ê li dijî xiyaneta PDK’ê û polîtîkayên şer ên Dewleta Tirk a faşîst a dagirker çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin. Bi dehan ciwanên Kurd û Enternasyonal beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiyê li ber Gara Trenê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê TCŞ û Tekojîn daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku tenê ciwanek jî bimîne PKK bi dawî nabe. Ciwanan gotin, “Heta ku em hebin, em ê ti carî rê nedin xayîn û faşîstên dewleta Tirk a dagirker, em ê ti carî ji rêya şehîdên xwe venegerin. Em ciwanên Kurdistanê ti carî heta roja ku em azadiya fîzîkî ya Rêber APO û axa Kurdistanê azad bikin na rawestin.” Wî daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Kurdistanê jî hat kirin ku qadên xwe vala nehêlin û her roj bi têkoşînê derbas bikin. Piştê daxuyaniyê ciwan heta navenda bajêr meşiyan.
Di meşê de timî dirûşmên “Bimre Îxanet, Bê Serok Jiyan Nabe, PKK, Tolhildan, Şehîd Namîrîn û Gerîla Bijî Berxwedana” hatin berzkirin.