TEBQÊ – Meclîsa Ciwanan ya Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li bajarê Tebqayê kampeke îdeolojîk, çandî û werzişî, bi beşdariya 14 ciwan û jinên ciwan vekir. Hedefê kampê birêxistinkirina ciwanan û perwerdekirina wan li ser fikir û felsefeya Neteweya Demokratîk, biratîya gelan û jiyana hevbeş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Ev kamp ku di 10’ê Îlonê de dest pê kirîbû dê bi giştî 15 rojan berdewam bike. Ji bilî dersên li ser felsefeya neteweya demokratîk dê dersên derbarê rexne, rexnedayînê, rastiya şehîdan û welatparêziyê jî were dayîn. Her wiha, kampê bi lîstokên werzişî yên wek futbol, voleybol û setrencê û ji bilî wê yekê jî ders, nîqaş û nirxandinên fikirî û siyasî, li gel pêşandanên filmên ku behsa jiyana şehîdan û berxwedanê li zindanan dikin derbas bibe.
Di heman demê de endamên perwerdê destnîşan kirin ku ew amade ne ku fikir û felsefeya neteweya demokratîk di civakê de belav bikin û herî zêde ciwan bi rêxistin bikin û perwerde bikin. Her wiha bang li hemû ciwan û jinên ciwan kirin ku tevlî kamp û perwerdeyên îdeolojîk yên ku bikarin fikirê wan ji bo avakirina civakek azad û demokratîk avabike bibin.