MARDIN – Li navçeya YCWK a Mêrdînê Qoserê, ji bo bîranîna Şehîd Demhat (Çetîn Temel) ê li Licê şehîd bibû, li taxa Îpekê bi pankarta “Bi Tolhildana Şoreşgerî, Hilweşîne Dagirkerî” meşek hat lidarxistin. Yekîneyeke din a YCWK’ê jî li ser dîwarên taxên Medya û 8’ê Adarê grafîtî û posterên Onder APO xêz kirin.
Endamên Yekîneya YCWK Qoserê têkildarî çalakiya xwe de,
“Şehîd Demhat (Çetîn Temel) bi biryardariya xwe ya têkoşînê û bi helwesta xwe ya şoreşgerî asta kesayeta xwe ya APO nîşanî me, hevrêyên xwe û gelê Kurdistanê yê welatparêz da. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker li çiyayên azad heta li metropolên Kurdistanê bimeşînin û tola hemû şehîdên Kurdistanê hilînin.” got.
Şehî Namirin
Bijî Serok Apo
Biji PKK
Bijî YCWK