RiMÎNÎ – Fikir û felsefeya Rêber APO li cîhanê belav dibe û bandorê li gelên cuda dike. Duh li pêşangeh/bazarê pirtûka ya Rêbertî ya bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” ya ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk Jacopo Bindi ku di sala 2018’an de tevî hevrêyekî din ê enternasyonalîst derbasî Rojava bibû, hate pêşkêşkirin.
Kesên ku amade bûn wiha got in: “Şeveke xweş bû, gel gelekî eleqedar bû, komunîst, anarşîst, otonomîst, saziyên sivîl hatin. Hevalên ji Casa Madîbayê ji bo azadiya Ocalan û hunermendek wê di 10’ê Cotmehê de çalakiyekê amade bike, wê wêneyî ku rûyê Rêber Apo temsîl dike çêbike.”
Rêber APO zêdetirî 24 sal in li Girava Îmraliyê ya li Behra Marmarayê di girtîgehê de tê girtin. Piştî ku li Kenyayê ji aliyê servîsên veşartî yên Tirkiyê ve hate revandin, wî qet dev ji nivîsandina nivîsan berneda da ku bi gelê xwe û bi tevahiya cîhanê re têkiliyê deyne. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de dema bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû, cara dawî ji Rêber APO agahî hatibû girtin; Ji parêzerên Rêber APO Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di navbera 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ji wan rojan ve ji Rêber APO tû agahî nayê girtin