BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û got, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Zapê heta bi Heftanînê, ji Metînayê heta bi Zapê li her devera Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin, ku hewl dide herêmê dagir bike. Di çalakiyên hêzên me de 9 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn. Di heman demê de çekek A4, 2 kamerayên mobesse û 2 çeper bi temamî hatin îmhakirin, derb li 2 çeperan jî hate xistin.”
HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:
“Li herêma Avaşînê;
- 16’ê Îlonê saet di 11:30’î de li Girê Şehîd Mûnzûr ê li Qada Berxwedanê ya Mamreşo, bi rengekî koordîneyî bi taktîka gerîla li dagirkeran hate xistin. Bi çekên ferdî û giran ji du baskan ve derbên giran li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Dijmin di 17’ê Îlonê de li vê qadê dest bi operasyonekê kir, piştre jî bêencam ma û neçar ma xwe vekişîne.
Li herêma Heftanînê;
- 19’ê Îlonê saet di 07:00 de li Qada Girê Şehîd Silava bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çekeke A4 û çeperek ji teknîka şer hate îmhakirin. 2 dagirkerên di çeperê de hatin cezakirin, çekek A4, 2 kamerayên mobesse û çeperek bi temamî hatin îmhakirin.
- 19’ê Îlonê saet di 13:15’an de li hemberî qemyoneke artêşa Tirk a dagirker ku ji Gundê Rûsê yê Bektoryayê derbas dibû, çalakiyeke sabotajê hate kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
Li herêma Metînayê;
- 20’ê Îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçêlê li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê bi çekên giran çalakî hate kirin.
- 20’ê Îlonê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçêlê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.
- 21’ê Îlonê saet di 06:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên nîv otomatî li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.
- Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
- 20’ê Îlonê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 20’ê Îlonê saet di 15:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin.
- 20’ê Îlonê saet di 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 20’ê Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 20’ê Îlonê saet di 18:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 20’ê Îlonê saet di 21:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran bi suîqestê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 20’ê Îlonê li qada Enzê ya Qendîlê wesayiteke xelkê sivîl ê herêmê bi balafirên şer hate bombekirin.
- 20’ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
- Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”