HESEKÊ – Dewleta Azerbaycan ji bo dagirkirina Qerebaxê careke din dest bi şer kir. Azerbeycan hewl da bi gotina “operasyona li dijî terorê” tevgera xwe rewa bike û êrişî heremê Qerebaxê kir. Li gorî daxuyaniya ji aliyê Ermenistanê ve hatiye dayîn, di nava 24 saetan de herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku 2 kesên ku jiyana xwe ji dest dane û 13 kesên ku birîndar bûne zarok in. Li gorî daxuyaniyan bi giştî 7 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 35 jî birîndar bûn. Piştî danûstandina bi Dewleta Rûs re hate ragihandin ku ji bo agirbestê dest ji çekan hatiye berdan. Îro ji herdû aliyan ve agirbest û danûstandin despê kir.
Ajansa me Nûçe Ciwan bi Reverberiya Encumana Civaka Ermenî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Arev Qsebiyan li ser rewşa dawî li Qerebaxê axifî. Arev Qsebiyan diyar kir ku Azerbaycan desteka faşisma Tirkiyê dike û got:
“Nave min Arev Nivzis Qsebiyanê ez Rêverbiya Encumana Civaka Ermenî ya li Bakurê Sûriyê me. Em îro dagirkeriya hundire Qerebaxê şermezar dikin. Dagirkeriyekê çawa hindire Sûriye dixwazin bikin, heman dagirkerî em îro hindire Qerebaxê de ji aliyê Dewleta Azaerbeycan ve dibinin. Dîroka sala 1915’an carek din li ser serê Ermeniyan vedigerinin. Jixwe ev dîrok heya niha nahatiyê jibîrkirin. Dubare kirina wê cardin tê kirin. Di sala 1915’de ew dîroka dihat kirin destê Tirka da bû. Îro di destê Azerbeycan de ye. Dewleta Azerbeycan bi xwe şagirtê Tirkanin.
Bi hezarî insan koçber dibin û bi hezara insan ji jiyana xwe ji dest didin. Ev tiştê em îro dibînin tiştekê pir zor û zahmet e. Komkujiya însanan çedibe, mesela xwîn tê herikandin. Komkujiya ku tê kirin komkujiyeke çawa? Însan ji welatê xwe biqere, di çanda xwe biqere, ji mal û mîlke xwe biqere. Aynî ev tişt îro li serê Qerebaxê dibe. Serê neh heyva, zedetire dorpeçkirin li hundirê Qerebaxê heye. Ev çar roje wek askerî Dewleta Azerî mudaxalê kir. Bi dehan insanan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan zarok jiyana xwe ji dest dan û insanê temenê, amrê xwe mezin ji jiyana xwe dest dane.
Ji bo vê yeke em dibînin, Dewletên Navnetewî him çavê xwe digrin him jî her kes feyda xwe jî dibîne di hindire Qerebaxê de her kes Qerebaxê weke aydê xwe mîlkê xwe dibîne. Dema Dewleta Rûsya îro ev şer da sekinandin, ne ji bo gelê Ermen dayê sekinandin, ji bo xwe dat sekinandin, rêyekî ew jî dixwaze çawa feyda xwe ji te bibîne. Em ne wek feyda insana siyasetê dewletan dibînin. Gelek em feyda milete bigerin, em wê bibînin.
Tişteke pir şermezar kirine rastî. Tişteke pir em dibinin komkujiyek derhaqe Ermeniya çedibe. Ev tişta zor û zahmeta ji gelê Ermenan re. Bila milete me li Qerebaxê, milete me li Ermenî nefikerin ku ew tenê man. Em îro piştgirya miletên xwe yên ji Qerebaxê re didin, em wek miletê li Bakûr û Rojihilatê Suriye em piştgiriyên xwe ji milete xwe ya Qerebaxê re rê dikin û em ji wana re dibejin ‘Berxwedan Jiyan e, em li pişta wan’in, heya ji me bê emê jî ji vê derê çalakiya ji bo wan bikin û emê ji bo wan berxwedaniyan bikin.”