SWÎDA – Xwepêşandanên li dijî rejîma Beşar Esad ji roja ku destpêkiriye heta niha li Swîda ku hejmareke zêde ya Durzî li Sûriyê lê dijîn, bi tundî berdewam dikin. Xelk daxwaza îstifakirina serokê Sûriyê Beşar Esed dikin, rewşa wan ya aborî ya xirab protesto dikin û xwesteka paşerojeke bi rûmet û azad dikin.
Niha jî gelê Sûriyê li Sehît El-Kerame daketiye kolanan û bi zimanê Erebî dirûşma “Ey Beşar Em Te Naxwazin” diqîrin û daxwaza îstifakirina Beşar Esed dirin.