STENBOL – Piştî avakirina YCWK’ê, ciwanên Kurdistanê li hin cihan çalakî li dar xistin. Çawa ku li gelek cihan ji aliyê ciwanan ve çalakî tên lidarxistin, avakirina YCWK’ê jî bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Ciwanan li Okmeydaniya Stenbolê bi organîzekirina meşekê bi fîşekên hewayî û pankartan avakirina YCWK’ê pîroz kirin. Di heman demê de ji aliyê ciwanan ve; Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO” “Fermandar Agît dijî, YCWK li ber xwe dide” hatin qîrkirin.
Wêneyek din a pîrozbahiyê ji taxa Wanê Koyiçî hat; Bi dehan ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” damezrandina YCWK’ê bi şewitandina lastîkên li ser rê pîroz kirin.