QAMÎŞLO – Îro li Qamişlo di asta Cizîrê de li dijî tecîda li ser Rêber APO û gefên li dijî Jîyana Rêber Apo zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li Qamişlo meşek hat lidarxistin. Bi Hezaran şênîyê Cizîrê û Ciwan û Jînên Ciwan beşdarî Meşê bûn . Di meşê de wêneyên Rêber APO hatin hildan û bêyî navber dirûşmeya silavkirina berxwedana Rêber Apo û ‘’Bê Serok Jîyan Nabê’’ hatin berzkirin.
Meş li ber listokgeha 12 Adarê destpêkir û heya cihê Netewa Yekbûyî meşîyan û li wir veguherî mitingê. Di mitingê de li ser navê Rêveberîya Xweser Kenaan Bereket axivî û wîha got: Gelê Rêber Apo Gelê Şehîdan ez we yek bi yek silav dikim. Zêdetirê 24 salin Rêber Apo di Tecrîde kî herî giran deye. Lê belê rûxmî ewqas zext û Tecrîdan Rêber Apo berxwedana her xwert û bi hêz dimeşînê. Rêber Apo bi berxwedanîya xwe dewletên emperyalist û faşist binxistîye ji bo wê naha dewlet naxwazê hevdîtin bi Rêber Apo re çêbikin û pêyvekî Rêber Apo derê derva ji ber dizanin ger pêyvek derê wê dewletên emperyalist û faşist binkefin. Em jî heya ku azadîya fîzîkî ya Rêberê xwe mîsoger nekin em her li qadan bin û tekoşîna xwe bi hêztir bikin.
Piştre meş bi sloganên ‘’Bê Serok Jîyan Nabê’’ bi dawî bû.