NAVENDA NÛÇEYAN – Salekê berê di şeva 26’ê Îlonê du gerîlayên yên fedaî li navçeya Mezîtlî ya li Mersînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedaî kirin. Dido gerîlayên jin yek ji Rojavayê Kurdistan û yek ji Bakûrê Kurdistan bi hevra bi we çalakî bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrişên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla kirin.
Ev tîmekê ya gerîla ya fedaî ya bi fermandariya heval Sara Tolholidan, bi rengekî profesyonel gihîşt armanca xwe. Heval Sara û heval Rûken li pêş çavan bi wêrekiyeke mezin, bi baweriya ji xwe, bi xwînsarî û bi biryardariyeke mezin bi ser dijmin ve meşiyan û ruhê fedaîtiyê nîşan dan.
Bi gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ heval Sara û heval Rûken ji mirinê jiyan afirandin û bûn sembola avakirina jiyana azad. Bûn şopdarên rêbaza nemiriyê û bûn XWEDAWENDÊN ME YÊN AZADIYÊ.
Heval Sara û heval Rûken bûn milîtanên pêk anîna dirûşma ‘DI ŞER DE SEKETIN, DI JIYANÊ DE AZADÎ’.
Bîranîna wan we her tim bibe gotina me ya serketinê.