NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo em mijarê xiyaneta PDK fêmbikin em dikarin tene kiryarên wan di çend salên dawî de binerin. Tabî kiryaryên wan ser her parçe Kurdistanê rastî jî diyarê û pir zelal sekna wan li hember dosya azadiya Kurd û Kurdistanê şenber dike. Lîsteya sûcên wî jî dirêje, ser wî esasî em tene çend mînakên ku di dema dawî de hatin îspatkirin bidin, ji bo we rastiya PDK û hevkariya we bi qirkirina Kurdan baştir were fêmkirin. Kî we rastî dibîne edî pewiste sekna xwe li hember we diyar bike û helwest nişan bide.
BAŞURÊ KURDISTAN
Tabî li Başûrê Kurdisanê pir mînakên wisa hene. Lê em tenê çend mînakên bidin. Yek mînak li 31’ê Tebaxê 1996’an de hatiyê jiyan kirin. Di we deme de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo derxistina hêzên Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) ji Hewlêrê, destê xwe da destê qatilê 5 hezar qurbaniyên Helebçeyê; rejîma Baasê Sedam Huseyin. Piştre tankên rejîma Baasê ketin nava bajarê Hewlêrê û heya ber derê parlamenta herêmê ve çûn. PDK’ê kete pêşiya panzerên rejîma Baasê û berê wan da ser pêşmergeyên YNK’ê yên ku Hewlêr di destê wan de bû û heta Parlementa Kurdistanê anî.
Piştî ji vê xiyanet û nokeriya qirêj ku têde bi sedan kes hatin qetilkirin, heman partî û kes niha ketine pêşiya tank, panzêr û dronên qatil ên Tirk berê wan dane Kurdistanê ji bo şerê desthilatê.
Lihevkirina PDK bi dewleta faşist ya Tirk
PDK’ê bi lihevkirina bi dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê rê û çeperan ji dewleta Tirk a dagiker rê çêdike. Li aliyê din jî rê digire û rê nade ku lojîstîk û amûrên xweparastinê yên mîna maske bigijêje gerîlayên azadiyê yên li dijî şer û çekên kîmyewî rûmet û kerameta gelê Kurd diparêze. Li aliyê din jî bi rêdayîna PDK’ê û Iraqê 24 saetan dronên qatil ên dewleta Tirk a dagirker li ser esmanên Başûr û Iraqê digerin û sûcên şer dike.
Ji xetên sînor ên Bakurê Kurdistan û Başûr bigire heta digihêje Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dronên Tirk jin û zarok jî di nav de dike hedef û qetil dike. PDK’ê parastina van êrîşan dike û êrîşan rewa dide nîşandan. Berdevkiya dewleta Tirk a dagirker dike û weşana xwe xistiye xizmeta vê.
Heta ne tenê hevkarî dike, cih di êrîşan de digire û bi kemînên danîn û agahîya istiparada xwe danin dijmin heta niha bi dehan gerîla şehîd kiriye. Cenazeyên wan radestî malbatên wan nekiriye. Welatparêz û şoreşgerên heyî bi dest MÎT’a Tirk li her dera Başûr dikin hedef û şehîd dikin.
“Heta niha jî ev hikumet, wek hikumeta şerê taybet, hikumeta şerê navxweyî bi hemû xedariya xwe ve şerê li ser gel tê ferzkirin dimeşînin.”
Rêber APO
(KOMARA MÊTINGER QIRÊJ Û TAWANBARE ; rûpela 149)
https://www.nuceciwan127.xyz/ku/pdk-partiya-dagirkirina-kurdistane-ye/