NAVENDA NÛÇEYAN –
‘Meraqê nekin em ê we biparêzin’
KIYRAREN SER ŞENGAL
Di Hezîranê 2014 çeteyên Daîş’ê berê xwe dane êrişî Şengalê, Mexmûr, Hewler û Kerkûkê bikin. Piştî ceteyên Daiş’ê Mexmûrê dagir kir ceteyên Daîş’ê berê xwe danê Şengalê. Di vê pevajoyê de hêzên PDK’ê li Şengalê çekên ku di destê Êzîdiyan de hebûn giştî kom kirin û ji wan re gotin ‘meraqê nekin em ê we biparêzin’.
Hertim di bîra me de ye çawa Peşmergen PDK’ê dema Daiş êrişî Şengalê kiryiyê reviyaye û gelê Şengal bê silah û bê parastin hiştiyê. Piştî ku 12 gerîlayên azadiya Kurdistanê derbasî Şengalê bûn û bi amadekariyên parastin despê kirinê PDK’ê we bihîst û li Xanesorê Gerilayê Xebat Dêrik, Harûn Jîrkî û ji Komalên Ciwan hevalê Zerdeşt tevî milîsa ji Şengalê Bahriye Qaso dîl ketin destê PDK’ê.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên Daîş’ê li dijî Şengalê dest bi êrişê kir. Heman demê PDK’ê 17 hezar çekdarên xwe yên li bajêr bêyî ku fîşekekê biteqînin vekişand. PDK’ê bêyî ku agahiyê bide şêniyên bajêr hêzên xwe vekişand û bi vî rengî rê li ber komkujiyeke mezin vekir. Bi fermanê re rûdana vê xiyanetê êş û metirsî mezintir kir. Şûna wan çar komên ciwanên ku di demeke kurt hatin perwerde kirin û gerîlayên azadiya Kurdistanê berê xwe dan Şengalê û bi parastina gel despe kir.
Roja 13’ê Tebaxa 2014’an de Mesûd Barzanî bi xwe çû Mexmûrê û serdana gerîlayên azadiya Kurdistanê û hêzên parastinê ya gelê wargehê kir. Li wê derê Barzanî ji bo bi hewarçûna gerîla, spasiya gerîla û gelê wargehê kir. Lê piştî 7 sal derbasbûn heman PDK dor li hêzên gerîla digre, êrişê gerîla dike û gerîlayan şehîd dixe. Ji gerîla re dibêje ji Başûrê Kurdistanê derkevin herin Bakurê Kurdistanê.
Piştî we gelê Êzidî birêxistinbûna Êzidxanê despe kir. Rêveberiya PDK’ê ji jinûve birêxistinbûna Êzidxanê aciz bû û li dijî Şengalê propagandaya reşkirinê kir. PDK’ê piştî ragihandina Meclîsa Avaker a Damezrîner a Şengalê got, ‘PKK li Şengalê kantonê radigihîne’ û gef xwar. Her wiha Şengal ji bo dewleta Tirk kir hedef.
Rêber Apo di hevdîtina 14’ê Adara 2015’an a bi şandeya HDP’ê re îşaret bi ferzkirinên PDK’ê yên li ser Şengalê kir û got:
”PDKê Şengal hêla, Mûsil hêla, reviya çû…Gelê Êzidî hêja ye. Ez meclîsa wan pîroz dikim. Dê bi xwe xweparastina xwe bikin, em wisa ji bextê PDK’ê re nahêlin.”
Dewleta Tirk ji bo rêxistiniya li Şengalê belav bike rojên dawî yên meha Sibata 2017′an, demeke kurt piştî serdana Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê; 3’ê Adarê 2017 bi navê ‘pêşmergeyên Roj’ komên xwe yên çekdar bi ser navçeya Xanesor a Şengalê ve ajot, dest bi êrişê kir. Di vê êrişa çeteyan de ku dewleta Tirk ew li Başîkayê perwerde kiribû 6 şervanên YBŞ’ê û 2 gerîlayên HPG’ê û rojnamevan Nûjiyan Erhan hatin qetilkirin.
Gerîlayên HPG’ê Çekdar Sînan (Newroz Guvercîn) û Orhan Baran (Sîpan Hemo) bêyî ku rahêjin çekê xwe, ji bo di navbera YBŞ û komên PDK’ê de şer rû nede, bi destê xwe wesayita leşkerî dehf dan û dîmenê vê bûyerê di hişê Kurdan de ma. Çend deqe piştî vê bûyera ku dîmenê wê hate kişandin, çeteyên PDK’ê gule li herdu gerîlayan reşandin û Şehîd xistin. Provokasyona 3’ê Adara 2017’an bû destpêka konsepta tunekirinê ya nû ya li ser Şengalê.
Di êrîşa 3’yê Adarê de rojnamevan Nûjiyan Erhan jî birîndar bû. Nûjiyan Erhan piştî 19 rojan ango di roja 22’yê Adarê de li Nexweşxaneya Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.
Di 9’ê Cotmehê 2020 de, hikûmetên Bexda û Hewlêrê dijî Şengalê peymanek îmze kir. Piştre hatibû gotin ku dewleta Tirk û Amerîka jî li pişt peymanê hene. Li gorî peymanê dihat plankirin ku Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Asayîşa Êzidxanê û saziyên din ên girêdayî rêveberiya xweser werin tasfiyekirin. Piştî îmzekirina peymanê jî, gelek caran artêşa Iraqê hewl da ku bikeve Şengalê û hat xwestin ku Asayîşa Êzidxanê were belavkirin.
Di 2’ê Cotmehê 2021 de çekdarên PDK’ê û artêşa Iraqê li dora Şengalê girtin û xwestin bikevin Şengalê ji bo peymana 9’ê Cotmehê pêkbînin û Şengalê dagirbikin. Lê bi berxwedana gelê Şengalê ev provokasyon têk çû. Lê heya îro Şengal di bin gefan PDK û dewleta faşist ya Tirkiyê berxwe dide.
Heya îro Pêşmergên PDK hewl didin provokasyonên li Şengalê derxînên û rêverberiya Xweser ya Şengalê vala derbixînin. Bi propagandayên reş û derew jî hewl didin gelê Êzîdî ku di dema êrişên Daîş’ê li Şengal derketiyê disa venagerin Şengalê û bi Şere Taybet û kiryarên qirêj ya PDK’ê ser wan tên ferzkirin. Gelek tişten din taybet ser kiryarên PDK’ê li ser Şengal dikarin werin gotin, lê me tenê çend mînakên danî ku rastiya PDK’ê diyar dikin û siyaseta wan ya qirkirina Kurdan ji bo hevkariya dewleta qirker ya faşîst ya tirkiyê heya îro nişan dide.