NAVENDA NÛÇEYAN –
‘Em dizanin hûn kî ne? Hûn alîgirên PKK’ê ne’.
KIRYARÊN SER GELÊ MEXMÛR
Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî li keleka bajarê Mexmûrê a girêdayî Parêzgeha Musilê de ye. Şêniyên wargehê Mexmûrê ku di sala 1994’an de ji ber zulma dewleta Tirk neçar man koçî Başûrê Kurdistanê bikin, piştî 7 kampan li Mexmûrê bi cih bûne. Lê cihê ku hatine jî vêcarê jî rûb rûyê zextên PDK ve man e.
Gelê wargehê di cihekê zub û zuwa de bi cih bûye û gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû di man e.
7’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên Daîş’ê wargeha Mexmûr êrîş kirin. Artêşa Iraqê û hêzên girêdayî PDK’ê ji herêmê vekişiyan, Neteweyên Yekbûyî nûnertiya xwe ya li wargehê girtin û ji herêmê derketin. Şêniyên Waregehê di nava xwe de hêza parastinê ava kirin. Gel derbasî heremên bi ewle kirin û li hemberî êrişan ketin pozîsyona xweparastinê. Bi tevlîbûna gerîlayên HPG’ê re, di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê bi pêşenge gerîlayên azadiya Kurdistanê, bi Milizên Mexmûrê û ciwanên Mexmûrê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn êrîşên çeteyên Daîş’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi dirêjahiya şerê Daîş’ê çeperên xwe bernedan û Gulale, gundên başûrê Kerkûkê, Daquq, Mexmûr û Şengal rizgar kir. Ji bo parastin û rizgariya van deveran bi sedan şehîd dan. Li aliyê din hêzên PDK’ê paşve vekişiyane û ji bo parastina civakê guleyek neavêtiye.
Roja 13’ê Tebaxa 2014’an de Mesûd Barzanî bi xwe çû Mexmûrê û serdana gerîlayên azadiya Kurdistanê û hêzên parastinê ya gelê wargehê kir. Li wê derê Barzanî spasiya gerîla û gelê wargehê kir. Lê îro ew aliyên ku wê demê spasiya gelê wargehê dikirin, niha ji ber zexta dewleta tirkiyê, ambargo danine ser gelê wargehê.
Piştî ku 17’ê Tîrmeha 2019’an li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li restoranta Huqqabaz 3 xebatkarên konsolosxaneya Tirk hatin kuştin, bi destê asayîşê û hêzên taybet ên ser bi Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) zextên li ser Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî hatin zede kirin. PDK’ê rêya çûn û hatina welatiyên Mexmûrê girt û zextên li ser welatiyên Mexmûr ên li Başûrê Kurdistanê derxistiye asta herî jor. Piştî ku hêzên çekdar ên PDK’ê îdîa kir ku kesê êrîş kiriye çend caran çûye Mexmûrê û rejîma AKP’ê bi balafirên şer yekser bombe li jîngehên sivîlên Mexmûrê barandin.
Gelek kesên Mexmûrê bi taybet jinên li navendên cuda yên Başûr kar dikir, asayîşên PDK’ê û hêzên wê yên taybet bi ser avahiyên wan de girtine. Her wiha di nava kesên hêzên asayîşê de kesên ku bi zimanê Tirkî daxivîn hebûn û di dema serdegirtinê de gotinên: ‘Em dizanin hûn kî ne? Hûn alîgirên PKK’ê ne’.
Ambargoya li ser wargehê ku heya îro didomîne ji bo çeteyên wek Daîş’ê firseta êrîşê çêkir. Ji ber ambargoya heyî bi hezaran karker ji karê xwe bûn, nexweşên giran tedawiya xwe nedomandin û perwerde ket bin xetereyê. Ambargoyeke fîzîkî, aborî, derûnî, siyasî, mirovî, tenduristiyê û ji her aliyê qadên jiyanê ve li ser wan hatiye danîn. Armanca vê ambargoyê ew e ku gel were cezakirin.
Dewleta Iraqê di 20’ê Gulanê 2023 ji bo dorpêçkirina Mexmûrê hêzeke mezin şand wargehê. Gel bi berxwedanê we dorpêç vala derxist. Di wan provokasyonan hatiye diyar kirin ku dewleta dagirker ya Tirkiyê û PDK’ê jî şirîkê van êrîşên dewleta Iraqê ne bi armanca belavkirina hebûna wargehê. Ev mijar di çapameniya Tirkiyeyê jî bi wî awahî bû rojev û hat şîrovekirin.
Tevî hemû nerazîbûnên gelê wargehê û piştgiriya çend parlementerên Başûrê Kurdistanê jî ambargoya li ser wargehê her diçe tê dijwar kirin. Bi ambargoyê re êrîşên çete û dewletan jî zêdetir dibin.
https://www.nuceciwan127.xyz/ku/pdk-partiya-dagirkirina-kurdistane-ye/
https://www.nuceciwan127.xyz/ku/dosya-pdk-partiya-dagirkirina-kurdistane-ye/
https://www.nuceciwan127.xyz/ku/dosya-pdk-partiya-dagirkirina-kurdistane-ye-2/