NAVENDA NÛÇEYAN – Weke me got lîsteya kiryarên PDK’ê û sûçen hêzen ku gireday wan ên li hember gelê Kurdistanê kiriyê rastî dirêjê. Dema mirov dixwaze behsa wan bikê, nikarê bi dawî bike jî ji ber her roj bûyerên nû derdikevin. Bûyeren ku na tene li Başûrê Kurdistanê tên jiyan kirin, li Rojhilatê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê û taybet li Rojava Kurdistanê jî gelek tiştên ku wan hêzen li hember tekoşina azadiya gelê Kurdistanê kirine diyar dibûn û hin diyar dibin jî. Derve ewqas Şehîdan ku bi deste hêzên PDK’ê û agahiyên wan ya îstiparad hatin şehîd xistin jî em dikarin çend mînakên ku di dema dawî li Rojavayê Kurdistanê hatin jiyan kirin behs bikin. Dema mirov tene behsa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bike ku bi çeteyan û dewleta faşîst ya Tirk hatin dagirkirin û heya îro gelê Kurdistanê bin zext, zorî, işkence, diziyan û valakirina welat rû bi rû dimîne û hêzên PDK’ê û ENKS di nav de rolêke derewkar û hevkar dileyse dikarê pirtûkêke ya xwînxwar derbixine. Ji bo we em tene behsa çend bûyeren ku hatin jiyan kirin dikin, lê bila her kes bizane be, ev tenê beşeke di nava lîsteya kiryarên xwînrejandîyê ku hêzên PDK û ENKS tenê li Rojava Kurdistanê jî derxistiyê.
BERXWEDANA LI DERIYÊ SÊMALKA
Meclisa Malbatên şehîdan ya Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo wergirtina cenazeyên Şehîd Tolhildan Raman û Şehîd Serdem Cûdî ji 5’ê Cotmehê 2021 ve li ber deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê kon vedan. Ji wê rojan çalakiyan de şêniyên Rojava ji PDK’ê daxwaza cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî kirin û her roj bi sedan kes berê xwe danê ser sînor û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re rûreş kir. Di we çalakiyê de ku her roj dewam kir dayikan xwestin nameyekê radestî serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bikin. Li ser pira di navbera Rojava û Başûr de hêzên PDK’ê pêşî li dayikan girt û destûr nedan.
Dema meşa ciwanên şoreşger bi dirûşmeya “Werin Cenga Azadiyê” piştî 3 rojan de gihaştiyê dergeha Sêmala yê, hêzên PDK di 15’ê Berfanbarê 2021 êrişî ciwanan kir. Hêzên PDK’ê li dijî ciwanan kevir û gaz bi kar aniye û di êrîşê de 15 ciwan birîndar bûne. Her wiha hêzên PDK’ê gule jî berdan hewa ye.
Çalakiya dayikan û malbatên şehîdan demeke dirêj ser sinora Sêmalka berxwedayê û protesto kiriyê, şûna bûz û samayê li hember ixaneta PDK’ê sekinî, lê PDK cenazeyên Şehîdan radest nekiriyê û agahî ser gerîlayên ku winda bû ne nedayê.
PDK, ENKS û Pêşmergeyên Roj
Ji aliyê PDKê ve ji bo hêza leşkerî ya ENKS’ê 2012’an bi navê “Leşkerên Roj” hat damezirandin. Lê paşê weke “Pêşmergeyên Roj” hat binavkirin. Ji roja hatî damezrandin heta niha tenê bi êrişkariya li dijî gelê Kurd û nirxên wî rabûn. Kiryarên herî qirêj bi deste wan hêzen hatin kirin. PDK’ê û dewleta Tirk bi taybetî ji bo xapandina gelê Kurd û lîstina bi hestên welatparêziyê navê “pêşmergetiyê” bi kar anî.
Çend kesen ku di nava ‘Pêşmergeyên Roj’ derketin rayedarên ENKS’ê weke endamên MÎT a Tirk bi nav kir û diyar kirin ku bi navê Peşmerga hatin xapandin.
Şere Taybet ya PDK’ê ser Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilat Sûriyê
Weke me berê jî gotiye, PDK’ê bi çapameniya xwe êrişên dewleta dagirkera Tirk rewa dike. Alî din de jî bi derewan û demagojîk dixwaze gel û taybet ciwanên Kurdistanê bixapînê û di tekoşîna azadiya Kurdistanê dûr bixe. Weke gel xwînxwariya dewleta Tirk a Dehak’ê hemdem perwerde ditîbû bi rêbazên Şere Taybet dixwaze li hember tekoşîna azadiya Kurdistanê encama xwe derxînê û xizmeta dagirkeriya dewleta Tirk dike.
Li Başûrê Kurdistan wan kiryaryên qirêj ya Şerê Taybet her der diyarin, lê li Rojihlatê û Bakûrê Sûriyê de jî diketin dewrê û belav dibin. Bi ragahinda xwe herî zede dixwazê zaiftiyên û kemasîyên reverberiyên Xweser ya Rojihlat û Bakûrê Sûriyê derxine û belav bikê û bi wî rengî Propagandayê dijî reverberiyên Xweser dike şûna ku li Başûrê Kurdistanê gel pir zede bi zext û zahmetiyên siyaseta PDK’ê rû bi rû dimîne.
Revandina Ciwanan Rojavayê bi deste MÎT, PDK’ê û ENKS’ê
Yek ji wan rêbazên Şerê Taybet ku PDK’ê an ENKS’ê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi kar tinê xapandina ciwanan û derxistina wan derve Rojava. Sîxuran MÎT’ê ku li Rojavayê Kurdistanê hatin girtin wan tiştan di îfadeya xwe pir zelal anîn zîman.
Sîxura MÎT’ê bi navê Şivan Ebdulbaqî ji bo valakirina Rojavayê Kurdistanê gelek xebat meşandibû û piştî we Hêzên Ewlekariya Rojava Kurdistanê we girtiye û ew çend tiştan îtîraf kir. Digot ew bi alîkariya hêzên PDK’ê û ENKS’ê insanan ji Rojavayê Kurdistanê derxistiyê û bir Hewlêrê. Taybet ji bo wê xebatê ji li Başûrê Kurdistanê ofîs hatinê vekerin. Sîxûrê Şivan Ebdulbaqî Îlyas yê ji bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di nava tevna MÎT’a Tirk a sîxûriyê de cih girtiye, karê wî valakirina Rojavayê Kurdistanê û qacaxçitiya mirov bûye û digot, wan karê derxistina mirovan ji Rojava bi alîkariya ENKS’ê û hêzên girêdayî PDK’ê kirine.
Kesên ku ew sîxûr li Rojava direvand, dibir ofîsên li Başûrê Kurdistanê. Bi veya bi hemahengiya ENKS’ê wan we karê dikir û kesên ku dihatin birin li aliyê Başûr teslîmê pêşmergeyan (PDK) dihate kirin.
Wan xebatên heya îro bi deste MÎT a Tirk, ENKS’ê û PDK’ê li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê tên meşandin. Gelek propaganda û ajitasyona we jî tê kirin. Bi wî rengî wan dixwazin şoreşa Rojava vala derbixînin û ciwanên Rojavayê di berxwedan û tekoşina azadiyê dûrbixin. Gelek rebazên din ya şerê Taybet tên bi kar anîn, ji bo tevlîheviyen û pirsgirekên cur bi cur di nava gel û xebatên rêverberiya Xweser werin derxistin. Bi dehan Sixûrên MÎT a Tirk di Bakûrê Rojhilatê Sûriyê hatin dil girtin û bi îtîrafen xwe jî wan kiryaryên qirêj ku bi destê MÎT û deste ENKS û PDK jî ser axa Rojavayê Kurdistanê tên meşandin diyar kirîbû.
EMBARGO SER ROJAVA – PDK weke dagirkera dewleta Tirk zext ser gele Rojava çêdike
Yek jî wan jî sînorên ku bi hêzên PDK’ê tên kontrolkirin. Weke dewleta dagirkeriya Tirk dîwarêke di sînora Bakûr û Rojavayê Kurdistanê avakirîbû û Embargoyeke li hember reverberiyên Xweser derxistiye hêzên PDK’ê jî Embargo li hember Rojava dimeşînin û sînor bi avakirina dîwaran kontrol dikin. Dem bi dem ew deriya sînoran digerin û vedikin û dixwazin bi wî rengî qutbûn di navbera gelê Rojava yê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê xortir bikin. Alî din de jî bi rêbaza Embargo û derî girtin jî zext û zahmetiyên ser gel zede bikin û wisa di hêviya xwe ya azadiyê qut bikin.
Ser wî esasî lazime îro her kes û taybet ciwanên Kurdistanê bi şiyarî li hember wan kiryarên qirêj tevbigerê û helwesta xwe nişan bide. Ne tene bi çalakiyêke an daxuyaniyeke, di her kelî jiyanê da sekna pêşengtiya ciwanên li hember wan dijî propagandayê û şere Taybet pewist dike.
Lîstokên nû ya hevkariya dagirkeriya Kurdistanê
Niha jî disa PDK’ê lîstokên nû xistiyê dewrê û dixwazê bi hevkariya dewleta dagirker ya Tirkiyê, bi dewleta Iraq û Iranê hêzen çekdarî û gerîlayên azadiya Kurdistanê ku derdora sînora Îranê û Iraq dimînin bê çek bikê. Hêzen xwe kişandinê Biradostê û herêma Bîradostê jî valakirinê. Dîsa bûyereke wisa xistiyê dewrê ku koçbertî di nava gelê Kurd û gelên Kurdistanê zede dike. Alî din de jî pewiste were gotin daristanên Başûrê Kurdistanê qut dikê û xwezaiya xweşîk ya Kurdistanê dixê rewşeke ku jiyan li vir namîne.
Li hember vê pêwiste tu kes bêdeng nemîne û bi sekna welatparêzî xwedî xweza, gel û welatê xwe derbikeve. Destdirêjiya axa Kurdistanê xeta me ya sor ê. Bombardimankirina heremên Kurdistanê xeta me ya sor ê. Ciwanên Kurdistanê kirina sîxûrê xwe û îxanetkar xeta me ya sor ê. Şehîd xistina gerîlayên Azadiyê Kurdistanê û bi kar anîna silahên qedexekirî xeta me ya sor ê. Hevkarên rejîma faşîst ya Dewleta Tirk jî xeta me ya sor ê. Di dîrokê de heya îro ev kiryar hatine kirin. Tu kes wan kiryaran jibîr neke, jibîrkirin ixanet e. Xwe naxapînê û li hember wan kiryarên hovane serî hilde.