NAVENDA NÛÇEYAN – Zextên rejîma Îranê yên li ser çalakvan û xizmên kesên di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dane, dewam dikin. Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistaê ragihand ku du çalakvanên bi navê Nêrgiz Suleymanî û Firîşte Fedayî Fer, ên xelkê bajarê Qurwe ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nayê zanîn.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de got ku Nêrgiz Suleymanî di dema xwepêşandanên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jî hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li bajarê Dêwlan jî ciwanê bi navê Mihemed Zend Kerîmî ê xelkê gundê Bilbilan ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin. Tê gotin di dema binçavkirinê de Zend Kerîmî hatiye êşkencekirin û çarenûsa wî jî nayê zanîn.
Li bajarê Xoremawa ya Loristanê jî jîngeparêzê bi navê Ehmed Elîxanî hate binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye birin. Tê gotin Ehmed ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hatiye binçavkirin.
Ji bilî binçavkirinan, tê gotin gelek kesên din hatine binçavkirin û çarenûsa wan jî nayê zanîn.
Herwiha li bajarê Dereşar ya Îlamê jî welatiyê bi navê Edîb Heymet heftiyeke hatiye binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wî nayê zanîn.
Li bajarê Îlam jî bi hêceta tevlî merasîma yekem salvegera Muhsîn Qeyserî ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dabû, bune, kesên bi navê Mihemd Hisên Qeyserî, Elî Şêrxanî, Mehmûd Sadiqî û Huda Sadiqî hatine binçavkirin. Piştî demekê Mihemed Hisên û Mehmûd Sadiqî hatibûn berdan, lê çarenûsa Huda û Elî nayê zanîn.
Li gorî rapora Mafê Mirovan ya Kurdistanê di nava 21’ê Tebax heya 22’yê Îlonê de, li Rojhilatê Kurdistanê bang li zêdetirî 500 çalakvanan hatine kirin da ku serî li navendên ewlekariyê bidin û gef li wan hatiye xwarin daku tevlî ti merasîman nebin.
Çavkanî: RojNews