QAMIŞLO – Di wan kêliyan endama çapameniya azad ya Şehîd Seyîd Evran û Fermandarê YPG Aslan Qamişlo li bajarê Qamişlo tên oxirkirin.
Bi beşdariya bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin û leşkerî karwana her du şehîdan; nivsîkar, rojnameger Seyîd Evran ku di 22′yê Îlonê de şehîd bûbû û yek ji Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Aslan Qamişlo ku di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de 17′ê Îlonê şehîd bûbû ji morga Qamişloyê ya li taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve dest pê kir.
Cenazeyê rojnameger Seyîd Evran bi kulîlk û ala YRA′yê hate xemilandin, her wiha cenazeyê fermandar Aslan Qamişlo bi ala YPG′ê û kulîlkan hate xemilandin. Hevrêyên wan cenazeyên her du şehîdan hildan ser milên xwe û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Bi hezaran xelkê, rûspiyên êl û eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada goristanê li benda karwana şehîdan in. Qad bi wêneyên şehîdan û kulîlkan hatiye xemilandin.
Beşdaran wêneyên şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo bi singa xwe xistine. Ew yek nîşaneya girêdana wan bi fedakariya mezin a şehîdan e.
Çaverê ye dema cenazeyên her du şehîdan gihaşt goristanê merasîmeke girseyî bê lidarxistin û axaftin bên kirin.