KOBANE – Yekîtiya Jinên ciwan ên Kobanê li gundê Elbelorê li mala Serokatî xwendawendên azadîyê Şehîd Sara Tolhildan û Şehîd Rûken Zelal bi bîranîn. Heval Sara û Heval Rûken di 26.09.2022’an de li Mersînê, Tîrkîyê çalakîya fedayî pêkanîn. Cihekî ku dijmin qet bawer nedikir ku şervanên azadîyê dikarin xwe bigihînin vêderê, heval Sara û Rûken xwe di mêjîya dijmin de detqandin. Di salvegera yekêmin ya çalakîya dîrokî de jinên ciwan ên herema Firatê kombûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Piştî vê berdefka Yekîtıya Jinên ciwan ya herema Firatê Neda behsa jiyan û çalakîya herdû hevalan kir. Nameyên hevala Sara û heval Rûken, ên ku berî çalakîya xwe pêk bînin nivisandin hatin xwendin. Bîranîn bi slogana ”Jin Jiyan Azadî” û ”Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Jinên ciwan dan diyar kirin ku li ser şopa xewn û xeyalên şehîdan dimeşin û tiştên ku van ji me xwastin pêk bînin.