TEBQÊ – Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê dewreyeke perwerdeyê ya alîkariya yekem bi dirûşmeya “Di her malekê de pisporek” li Meclîsa Tebqayê li dar xist. Di dewreyê de ji hemû komên temenî 50 mamoste beşdar bûn. Di heman demê de dersên bingehîn ên hemşîretiyê, alîkariya yekem, stûnên herî girîng û agahdariya bijîşkî jî wergirtin.
Agahdarî û bingehên alîkariyên ewil ên wekî şewitî, birîn, şikestin, xeniqîn, testa alerjiyê, lêdana maran hatin dayîn, di dersa duyemîn de jî perwerdeya dirûtina birînan, derziyê, pîvandina zextê û vekirina damaran hat dayîn. Hêjayî gotin ku di dawiya vê dewreyê de, bawernameyên ezmûnê ji bo şagirt hatin dayîn, piştî ku di dawiya dewreya de ceribandinek kirin.