HESEKÊ – Kampa Çandê ya Yekîtiya Jinên Ciwan piştî hefteyek îro bi dawî bû. Di kampê de her roj bernameyên cûr bi cûr hebûn. Ji resim heya dîlan û govend, tiştên bi destan çekirin û sitran ev kamp bernameyekî dewlemend pêşgeş kir. Her roj jinên ciwan komdibûn.
Di roja dawî ya kampa xwe de jinên ciwan şahîyek li dar xistin. Koma govend û wenesazî berhemên keda xwe pêşgeşî hevalên xwe û mevan kirin. Jinên ciwan ên ku tevlî kampê bûn diyar kirin ku kûrbûn û ferbûn di çanda xwe de bingeh ji bo însan xwe nas bike û bizanibe çi dixwaze. Ger em çanda xwe nas nekin em nikarin xwe jî nas bikin.