ÊLIH – Çalakgeran di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt gotin; 26’ê Îlonê saet di 23.10’an de li ser rêya Êlih/Sêrtê li dijî xeta boriyê ya TPAO’yê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin û di encamê de xisareke mezin çêbû. Saziyên bi vî rengî yên ku dahata aborî didin dewleta Tirk a ku li ser axa Kurdistanê her tim bi hovane êrîşî gelê Kurd dike, hedefa me ne û em ê bibin.
Ev destkeftiyên aborî yên dewleta Tirk weke guleyên li dijî gelê Kurd vedigere. Divê her kes bizane ku em ti carî rê nadin ku ev destkeftiyên ku we li Kurdistanê bi dest xistine ji bo me bibin guleyan. Divê her kes bizane ku heta pergala tecrîdê ya bi salan li ser Rêber APO hatiye ferzkirin neyê şikandin û azadiya fîzîkî ya wî pêk were wê têkoşîna me mezintir bibe. “Bijî Serok APO!”