AMED – Yekîneyên YCWK’ê ragihand ku li Taxa Pîşesaziyê ya Amed Kayapinarê li dijî kesê bi navê Huseyîn Kaya yê bi nasnav Arap Huso yê ku hat tespîtkirin ku di bin çavdêriya dijmin de tiryak û kokaînê difiroşe çalakiyek li dar xistine. Li gorî daxuyaniya endamên yekîneyê, di encama çalakiyê de dijmin derdora taxê dorpêç kiriye û ew kes girtine bin parastinê.
Daxûyaniya YCWK wiha ye:
“Yekîneyên me li taxa pîşesazî ya Kayapinarê ya Amedê li dijî Huseyîn Kaya bi nasnav Arap Huso yê ku hat tespîtkirin ku di bin çavdêriya dijmin de tiryak û kokaînê difiroşe çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên me diyar kirin ku piştî çalakiyê dijmin taxê dorpêç kiriye û ev kes girtiye parastinê.
Piştî çalakiyê endamên yekîneya me bê pirsgirêk gihiştin cihê xwe.
Çalakiya me li dijî polîtîkayên dijmin ên ku dixwazin ciwanên me bikşînin nava gola tiryak û fuhûşê û bi vî rengî hewil didin ciwanên me yên Kurd ji rastiya wan dûr bixin. Em ê rê nedin dijmin û xayinên hevkar bi awayekî azad li taxên me bigerin û bi polîtîkayên xwe yên qirêj hewil bidin ciwanên me ji rastiyê dûr bixin. Çalakiyên me yên li hemberî van kesan wê bênavber bidomin.
Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku di nava refên YCWK’ê de bên cem hev!”
Bijî Serok APO
Bijî YCWK