REQA – Îro Meclîsa Werzîşê ya Reqayê li dijî tecrîda li ser Rêbertî meşeke li dar xist. Meş ber Kulûba Ewlekariya Hundirîn a Reqayê dest pê kir. Bi giştî meşê de bi dirûşmeyan û tilîliyan daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber APO hate kirin. Meş li Stadyuma Şaredariya (Reş) a bajarê Reqayê rawestiya. Piştreji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin û li ser navê Meclisa Verzîşê a Reqayê ji aliyê Xeder Remezan ve daxuyanî hate xwendin.