DÊRÎK – Îro êvarê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Dêrîkê li dijî komploya navnetewî li hemberî Rêber Apo ya ku di 9’ê Cotmehê sala 1998 de destpê kir daketin kolanan. Ciwanan bi alên Rêber Apo di nav bajarê de meşîyan û siloganan “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” berz kirin.
Komployê Navnetewî ku di 9’ê Cotmehê 1998, bi derketina Rêber Apo ji Sûriyê dest pê kir û bi girtina wî li Kenya di 15’ê Sibatê 1999 de berdewam kir, bi pêşengtîya îstîxparatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsrayîl pêk hat. Di 1’ê Cotmehê 1998 dewleta Tirk tehdîtê hikumeta Şamê kir ji bo ku nehêle ku Rêber Apo li axê Sûriyê bimîne û di 9’ê Cotmehê de jî, Rêber Apo, ji bo ku şer li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çênebe, ji Şamê derket Yunanîstanê. Dewleta Tirk jî heya niha wê rojê wek rojekî ji bo bilindkirina êrîşên xwe li ser gelê kurd û Tevgera Azadîyê Kurdistanê bikartînê û di salê 2019 de di vê rojê de dest bi êrîşên dagirker ser Serekaniyê û Girê Spî kir.