LONDON – Ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêber APO û daxwaza azadiya Ocalan bikin, di dema maça Lîga Şampiyonan de ya navbera Manchester United – Galatasarayê de wêneyên Abdullah Ocalan hildan û dirûşm qîriyan.
Ciwanan diyar kirin ku li stadyûma ku nêzî 80 hezar kes lê bûn, li gel hemû astengî û êrîşên alîgirên nijadperest jî çalakiya xwe bi biryardarî kirine.
Êrîşên polîsan ên li dijî ciwanan li derveyî stadyûmê jî dewam kirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe ew ê berxwedana xwe dewam bikin.
Ciwanan piştî çalakiyê daxuyaniyek dan û gotin, “Şikandina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û têkoşîna ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo karê me yê bingehîn e.”
Ciwanan nerazîbûn nîşanî Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) dan û gotin, “Em bang li ciwanên şoreşger ên li Ewropayê dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan li ber xwe bidin.”