QAMIŞLO – Îro li Zanîngeha Rojava ji bo salvegera şehadeta Zîlan Kirmancî (Nagîhan Akarsel) bibîraninekî hat li darxistin. Şehid Nagîhan Akarsel yek ji endama Akademiya Jineolojiyê, edîtora kovara Jineolojiyê û yek ji damezirînerên Navenda Pirtûkxane, Lêkolîn û Arşîvê ya Jinên Kurd, Nagihan Akarsel beriya salekê li Silêmaniyê di encama êrişa çekdarî ya ajanên MÎT’a dewleta Tirk de şehîd bûbû.
Şehid Nagîhan Akarsel li dijî sistema desthilatdar a zilamtî derket û li hemberí vê sistemê şereke bêhempa da meşandin. Li ser vê rîye bi moral, bi hêz û bi rêxistinî meşîya û li çar parçeyên Kurdistanê tovê jîneolojiyê çand. Bi jiyan, nivîs, bi hezaran jinên ku perwerde dikir û bi lêkolînên xwe, mîraseke mezin di pêşxistina zanista jinan li dû xwe hişt.
Di destpêkê bîranînê de stranek ku enternasyonalîstan ji derve Kurdistanê dîyarî tekoşina şehid Nagîhan Akarsel kir hat pêşkeşkirin. Piştî stranê, deqeyekî rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin. Piştre mamosteya beşa Jineolojî û Berdevka Zanîngeha Rojava Rende Mustefa axivî: “Rojên Jinerjî yên Nagîhan Akarsel me anî ba hev. Nagîhan Akarsel jineke lekoliner bû. Rojnamevan bû, jineke têkoşer û xebatkarek bê hempa bû. Bi dev u penûsa xwe, tekoşîna u zanabûna jinê peşxist.”
Mamoste Norsan Husen jî axivî û wisa got: “Em di kesayeta Nagîhan Akarsel de hemû şehîdan bi bîr tînin. Di salvegera yekem a şehadeta wê de mirov çi bibêje kêm dimîne. Em îro bi rojên jinerjî ya Nagîhan Akarsel hewl didin van gotinan bi wate bikin. Gotinê Nagîhan Akarsel em hîs dikin û kêlî bi kêlî dijîn. Em Nagîhan Akarsel weke ku ji nava me bar kiriye nabînin. Felsefe û sosyolojiya ku bi me daye naskirin kêlî bi kêlî em dijîn. Gotina Jinerjî, Nagîhan Akarsel ava kir, dema jin enerjiya xwe ya xweşik û bedewiyê diherikîne dibe jinerjî. Jin û enerjî dema tên gel hev jinerjî tê avakirin. Ev gotin bi zanista nû ji aliyê Nagîhan Akarsel ve hat avakirin.”
Piştî wê ajansa me bi xwendekara Ayşe Yeqûb ku beşdarî çalakîya bîranînê bû axivî: “Navê min Ayşe Yeqûb e, ez xwendekarê zaningehê me û di vê bîranîna Şehîd Zîlan de ez wêneyên xwe pêşkêş dikim, ji ber ku heval Zîlan tim dixwest ev keda jinê neyê windakirin, dixwest
keda jinê di civakê de neyê windakirin, dixwest di nava civakê de bê pêşkêş kirin. Min dixwast ez wekî jin, wekî şagirt di vê Zaningehê de, di vê civakê de, ez xwe bidim nasîn ku ez di alîyê hûnerê de, hûner di civaka me de kêm didîtin, lewaz didîtin, me dixwest em wekî jinê ji vê civakê re, hûner ne tişekî hêsane, ne tiştekî ku wê lewaz dibînin, wê kêm dibînin. Dikarin di alîyê hûnerê da xwe gelekî pêşbixin û bigihînin astekî gelekî bilind. Ji bo wê min dixwest di vê bîranîna Şehîd Zîlan de ez xwe tevlî vê bîranînê biibm. Ji ber ku ez wekî jin ez kar bikim, heval Zîlan her tim jinê bi pêşbixe di nav vê civakê de. Jinê bigihînê astekî herî bilind. Ez xwendekara zaningehê bûm, demê ku ji min re gotin di bîranîna Şehîd Zîlan da wêneyên xwe pêşkêş bike ez gelek kêfxeşbûm, ji ber ku min ne dixwest keda min were windakirîn. Wek jin di vê civakê de min dixwest keda min bêhtir pêşbikevê bi alîkarîya Şehîd Zîlan, ji ber ku gelek şehîdan alîkarîya me kir, hîştin em wekî jin ji vê bêhtir xwe pêşbixin û gelek sipas.”