DERÎK – Ji ailiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi nêzbûyîna komploya 9’ê Cotmehê di taxan de ji gel re sinevizyona derbarê 9 ‘ê Cotmehê tê temaşekirin
Armanca ciwanan eve ku rastiya komploya 9’ê Cotmahê û beramberê vê di şexsê Rêber Apo de tekoşîna geldayîna naskirin e. Beriya ku sinevizyon bê temaşekirin ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hate kirin, bername bi sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” re bi dawî bû.
9’ê Cotmeha 1998’an destpêka pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO. Armanc ji komploya navneteweyî ku bi serkêşiya îstîxbaratên DYE û Îsraîlê hate kirin, bi girtina Rêber Apo re qedandina hêviyên azadiyê yên gelê me, jinan û gelan bû. Di 15’ê Sibata 1999’an de rola gardiyantiyê ji dewleta Tirk re hate dayin û Rêberê me li girava Îmraliyê hate bicihkirin.
Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê ji Rêber APO re agahî girtibû; Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn.