KOBANÊ – Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO de Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji malbatên şehîdan ên Kobanê re civînek li dar xist. Civîn li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Di civînê de endamê rêveberiya Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Mihemed Mihemed komploya navneteweyî şermezar kir û got ciwan di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO de amade ne canê xwe bidin.
Mihemedd wiha got: “Armanc ji komploya navneteweyî xeta azadiyê ya ku bi fikir û felsefeya Rêber APO re pêk hatiye têk bibin, lê xewnên komplogeran badilhewa bûn û hîna li pey Rêbertî bi milyonan welatî hene li ser vê fikrê ne û hewl didin azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”
Mihemed di dawiyê de bang kir ku li hember komplogeran têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO mezin bikin.
Civîn bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser komployê bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi nêzbûna salvegera 25′an a komploya navneteweyî ku planên wê yên destpêkê di 9′ê Cotmeha 1998′an de hate destpêkirin rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina vê komployê ji destpêka vê mehê ve hatin destpêkirin.