ŞENGAL – Bi nêzîkbûyîna 9’ê Cotmeha roja despêkirina komploya navnetewî a li ser Rêber Apo, yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê di nava tevgerê de ye. Li ser vî esasî li tevahî Şengalê, bi civîn, semîner û sinevizyonan ve wateya 9’ê Cotmehê bi ciwanên Êzidî re dide naskirin.
Di vê çarçoveyê de li Komalgeha Borik a Şengalê bi beşdariya rûspiyên Borik, endamê sazî û rêxstinên komalgehê civînek hate lidarxstin
Di civînê de liser kompiloya 9’ê Cotmehê Semîner hate dayîn û sinevizyon hate pêşandina.
Ciwanên beşdarî civîn bûne dan diyakirin ku pêwîste hemû gelê Êzidî bi zanibe ku 9’ê Cotmehê çiye ji ber ku di vê rojê de komplo li ser Rêber Apo hatiye despêkirin.
<iframe width=”560″ height=”315″ src=”//ok.ru/videoembed/6891343383087″ frameborder=”0″ allow=”autoplay” allowfullscreen></iframe>
Ciwanê bi navê Selîm Borik da diyakirin ku “ev civîn li tevahiya Şengalê tên çêkirin û gelekî girîngin, ji bo ku ciwanên me zanibin kî dostê wane û kî dijminê wane. Lazime xwe ji ber civîna nedin alî û beşdarî di çalakiyan bibin. Di civînên me de despêkirina komploya navdewletî a li ser Rêber Apo hate nîqaşkirin.”
Endamê Yekîtiya Ciwanên Êzdîxanê Feysel Dexîl jî got: ”Di serî de lazime em zanibin ku fikrê Serokatî ji bo me çiqasî giringe û civak çawa dikare xwe li ser rêxstin bike. Ji bo ku em Serokatî azad bikin pêwîste çalakiyan me ê rêxstinkirina gel zêde bibin. Çiqasî em xwe rêxistin bikin ewqasî em nêzî azadiya Serokatî dibin. Dema ku me xwe baş rêxistin kir wê demê emê bi karibin Serokatî jî azad bikin. Me wek civaka Êzidî ji dema fermanê heya niha gelek sazî û dezgehên xwe, tevî hêzên eskerî dane avakirin û rêxstina me berdewame ji bo ku em bi karibin vê rêxistinê berfireh bikin. Lazime em destê xwe bidin hev. Banga me ji ciwanên me re eve ku nekevin bin bandora şerê taybet û tevlî çalakiyên me yên ji bo azadiya Serokatî bibin.”
Kazim Kemal jî destnîşankir ku “bi rêxistina ciwanan em bikarin Serokatî azad bikin, ji ber ku pêşengên civakê ciwan in û pêwîste em jî wek ciwan pêşengiyê ji bo fizîki azadiya Serokatî re bikin û li Rêberê xwe xwedî derbikevin.”