NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên ciwanan TCŞ û TekoJIN der barê êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek dan. Rêxistinên ciwanan di daxuyaniya xwe de sûcê şer şermezar kirin û bang li ciwanên Ewropa, dostên wan ên Kurd û rêxistinên demokratîk kirin ku li dijî êrîşan dakevin qadan.
Daxuyanî wiha ye:
Dewleta Tirk a faşîst a dagirker, mîna di dîrokê de bi êrîşên ku 3 roj in ku bênavber dimeşîne, dîsa rûyê xwe yê qirker dîsa eşkere kir. Serfermandariya di bin serokatiya faşîst Erdogan de duh bi awayekî vekirî ji hemû cîhanê re ragihandibû ku wan biryara tinekirina hemû tiştên ku bi Kurdî ve girêdayî ye dane. Bi bomberdûmankirina Rojava û bi taybet herêmên Parastina Medya ya 3 rojan bi dijwarî û qirkirina siyasî ya li ser Bakurê Kurdistanê re armanc dike ku Kurdan tine bike.
Weke TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TEKOJIN em bang li hemû ciwanên dikin ku xwedî li Kurdistanê derkevin. Mafê rewa yê ciwanên Kurdistanê ye ku bersivê bidin dewleta Tirk a faşîst a ku di bin kontrola hêzên navneteweyî û li ber çavên hemû cîhanê de axa Kurdistanê û gelê Kurd bombebaran dike û sûcên mirovahiyê dike.
Li ser vê bingehê em bang li hemû dost û rêxistinên xwe yên demokratîk dikin ku bi taybet ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn dakevin qadan.