AFRIN – Bi hinceta çalakiya canbexşane ya Enqereyê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên wê, li seranserê xetên Bakur û Rojhilatê Suriyê destpê kirin û heya niha jî dewam dikin. Di serî da cihên xizmetguzariyê, hemû cihên pêdiviyên jiyanî û bi taybetî jî gelê me bû hedefa balafirên şer û balafirên keşfê. Her wiha topbaraneke pir zêde li seranserê herêmê li dijî gelê me tê kirin.
Tê zanîn ku ji roja bajarê Efrînê hatiye dagirkirin heya niha dewleta Tirk a dagirker bi komên çeteyên xwe ve zilm û qirkirineke pir mezin û berfireh li dijî gelê me dide meşandin. Ji girtina welatiyan bigre, heta revandina mirovan, di warê guhertina demografiya herêmê, koçberkirina gel ji cih û warên wan bi darê zorê, her wiha desteserkirina li ser mal û milkê gelê me, bi rê û rêbazên şerê taybet ê herî qirêj hewl didin gelê me di qirkirinê re derbas bikin. Li gel êrîşên bênavber ku li ser heremên me berdewam dikin, di roja 5ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe zêdetir kir.
Di roja 5ê Cotmehê de, gundên Şewarxa, Merenaz, Kiştîar, Soxanekê, Bênê, Gundê Mezin, Dêrcimêl, Ziyaretê, Meyasê, Şealê, Zîwan, Şêx Îsa, Kefer Naya û bajarokê Til Rifatê bi balafirên keşfê, obus û hawanan ve hatin bombebaran kirin. Herwiha gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê, Malikiyê û gundê Ziyaretê bi balafirên şer hatin bombebaran kirin. Li hember van êrîşên dijmin, ji aliyê hêzên me ve çalakiyeke bersivdayînê hate lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Di 5’ê Cotmehê de hêzên me li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a Dabiq ya girêdayî bajarokê Ezazê, çalakiyeke taybet lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 9 leşkerên dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Di heman demê de jî maşîneyek û baregeha dijmin derb xwar. Di heman rojê de li gundê Şewarxa yê navçeya Şerayê balafireke bêmirov a artêşa Tirk hate xistin.