STENBOL – Li navçeya Okmeydani ya Stenbolê bi nêzîkbûna Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber APO, Yekîneyên YCWK’ê çalakiyek li dar xist. Yekîneyên YCWK’ê diyar kirin ku piştî daliqandina pankarta “Ciwan wê tecrîda Îmraliyê bişkînin” li dijî wesayiteke ku hate diyarkirin aîdî kesekî faşîst e, çalakiya molotof li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
“Agirê serhildana ya ciwanan wê hemû faşîstan bişewitîne.
Me di daxuyaniyên xwe yên berê de jî diyar kiribû ku wê hemû êrîşên faşîzmê bê bersiv nemînin. Li ser van esasan yekîneyên me her cihê ku faşîzm lê belav bûye kirine hedefa rewa û çalakî pêk anîne. Li her derê rêxistinbûyî ye, ji ber ku yekane rêya serkeftina li dijî faşîzmê rêxistinbûn e.
Ciwan, her tim xwe berpirsyarê tecrîda mutleq a li ser APO didît û bi awayekî aktîf tevlî şikandina xaça Îmraliyê bû.
Ji ber vê yekê yekîneyên me di 04.10.2023’an de li Okmeydanî ya Stenbolê wesayîteke faşîstan şewitandin û pankart daliqandin.
Êrîşa faşîzmê bê bersiv namîne. Em bang li hemû ciwanan dikin ku li ser esasê parastina rewa di nava refên me de cih bigirin.
Bîjî SEROK APO
BÎJÎ YCWK”