ŞAM – Ji meha Adarê Komalên Jinên Ciwan kampanya bi duruşmeya “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” da destpêkirin. Îro jî di bin vê duruşmeyê de jinên ciwan ên xwendekar li Şamê paneleke li ser zewaca zarokan li dar xist. Panel ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve yên bi navê Emîne û Roksana hat bi rêve birin. Di panelê de wateya zewaca zarokan hat pênasekirin, her wiha sedem û encamên zewaca zarokan hat nîqaşkirin. Weke din rola jinên ciwan di têkoşîna li dijî zewaca zarokan de hat nasîn û biryar hat girtin ku ji bo tevahî pêkhateyên civakê semîner di derbarê zewaca zaroakn de bê dayîn. Di dawî de jî anket li ser beşdaran hat belavkirin ku piştre encamên wê were derxistin..