NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî êrîşên dewleta Tirk a faşîst, qirker ên li ser Rojava, gelê Kurd û dostên wan daketin qadan. Êrîşên dagirkeriyê bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin protestokirin.
Têkildarî êrîşên tevgerên ciwanên enternasyonalîst ên li Îtalyayê jî daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Dewleta Tirk piştî çalakiya li Enqereyê derewan dike ku operasyona ‘tolhildanê’ pêk bîne. Tişta ku dewleta Tirk dike ne ‘tolhildan’ û ne jî ‘meşru’ ye. Ev jî dereweke din a qirêj a dîktatorê faşîst Erdogan e ku ji bo zêdetir sûcên şer rewa bike ye. Ji çalakiya 1’ê Cotmehê ve heta niha dewleta Tirk bi dehan êrîşên hewayî li ser Rojava û bi taybet li Qamişlo pêk tîne û binesaziyên sereke yên wekî nexweşxane, santralên elektrîkê û pompeyên avê hedef digire. Di encamê de nexweşxaneya Dêrikê vê dawiyê wêran bû, tiştek jê nema. Ev êrîşên hovane yên li dijî sivîlan û hêzên parastina Rojava ku hemû peymanên şer ên navneteweyî binpê dike, roja Çarşemê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan ve bi raya giştî hate ragihandin. Wî daxuyand ku tevahiya binesaziya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hedefeke “meşrû” ya hêzên ewlekarî, leşkerî û îstixbaratê ye.
Em ê saniyeyekê jî van êrîşên dewleta Tirk qebûl nekin: Divê êdî dawî li van êrîşan bînin! Eşkere ye ku pîşesaziya çekan a Ewropayê rasterast ji sûcên şer ên li dijî Kurdistanê berpirsyar e. Em sûcên we dibînin. Em ê erkên xwe ya antîfaşîst bişopînin û li ku derê bibînin em ê li dijî faşîzma Tirk serî hildin.
Bijî berxwedana Rojava!
Bijî berxwedana YPG/YPJ!