STENBOL – Endamên Meclisa Ciwanên YSP’ê bi boneya 25’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber Apo hatiye pêkanîn, li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê bi meşekê şermezar kirin.
Ciwan li kolanên Sûltanbeylî bi pankarta “Wê komploger di agirê ciwanan de bişewitin” meşiyan.
Meş piştî axaftina endamên Meclîsa Ciwanan a “Doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doza gelan e” destpê kir, bi qîrîna dirûşmên “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî Berxwedana Îmraliyê” berdewam kir”
Piştî meşê ciwanan li ser dîwêr nivis hate nivîsandin. Li ser dîwêr “Dawî li tecrîda Îmraliyê, Ji Birêz Ocalan re Azadî” hate nivîsandin.