NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinê ciwanên sosyalîst yê Misir “Rêyê Alternatîf” ji bo şermezarkirina êrîşên rojên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî heremê Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê daxuyanîyekî nîvîskî weşand.
Daxuyanîya wan wisa ye:
“Dewleta faşîst ê Tirk êrîşên xwe li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bilindtir dike
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên qirkirinê li ser herêmê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Rojava, ji sibêha pencşema çûyî zêdetir kir. Balafirên dewleta Tirk ên şer û keşifên wê, însanên sîvîl û eskerî, tev sazîyên wê, dike armanc. Ev xirabkirina ku makîneya faşîzmê ya dewleta tirk a dagirker bi serê xwe kerasetekî mirovahîyê ye di derheqê hemû gelên herêmê ku tên hedef girtin. Di vê waxtê de hemû sazîyên navnetewî û hêzên emperyalî li vê rewşê meze dikin. Ev tê watêya erêkirina van êrîşên qirkirinê. Sîstema dewleta tirk a dagirker li ser serê wê, sîstema dîktator Erdogan, di bin navê bersiva çalakîya fedayî ya Enqerê van êrîşan li ser Rojavayê Kurdistanê rave dike. Lê ev, di rastîya xwe de, dagirkerîyekî berfireh û operasyonên qirkirina komî derheqê gelê kurd û hemû gelên herêmê ne. Em piştgirîya xwe ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker rave dikin û em hemû hêzên şoreşger û pêşverû di herêmê de dawet dikin ku helwestekî rast derheqê van êrîşên dagirker de bigirin û em teqez dikin ku destekdayîna xwe fireh bikin û tekoşîna xwe li hemberî şovînîzm û faşîzmê ku ji alîyê hêzên emperliyalîst ên cîhanê ve hatî destek kirin bilind bikin.
Bijî Berxwedana Rojava”