NAVENDA NUÇEYAN – Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a faşîst, qirker di 5’ê Cotmehê de êrîşên hewayî yên dijwar li ser xaka Rojava da destpêkirin. Heta niha ev êrîş bi dijwarî berdewam dikin. Di 3 rojan de li nêzî li ser 40 nuqteyan êrîşên hewayî hatin kirin. Herêmên civakî yên sivîl ên wekî embarên genim, depoyên avê, nexweşxane, santralên elektrîkê, kargehên gaz û petrolê hatin hedefgirtin. Gelek sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.
Têkildarî êrîşan ji gelek deverên ji rêxistinên demokratî cîhanê û bi taybet ji Kurdistanê peyamên şermezarkirinê hatin.
Êrîşên li ser Rojava jî ji aliyê endamên Meclîsên Ciwanên Partiya Çep, Kesk ve bi meşekê ve hatin şermezarkirin. Endamên meclîsa ciwanan li taxa 1’ê Gulanê ya Ûmraniyeyê destpêkê pankarta “Li Hemberê Yên ku Dixwazin Me Tûne Bikin Bijî Berxwedan Rojava ” daliqandin û piştre bi qîrîna dirûşmeyên “Bijî Berxedana Rojava” di nava taxê de meşiyan.