ÎZMÎR – Yekîneyên YCWK’ê diyar kirin ku duh bi şev saet di 04.30’an de li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li dijî Şaxa Coldwell Banker a Îzmîr Bornovayê bi EYP çalakiyek li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
Her ku 9’ê Cotmehê dikeve sala 24’an a komploya navneteweyî, tecrîda li ser Rêber APO roj bi roj kûrtir dibe. Komplo bi paradîgmaya Onder APO hat pûçkirin. Niha dema şikandina tecrîdê ye. Çalakiyên me wê li her derê bidomin. Weke YCWK’ê em careke din destnîşan dikin ku heta tecrîda li Îmraliyê newe rakirin em ê di nava çalakiyan de bin. Di vê çarçoveyê de şevê din saet di 04.30’an de yekîneyên me li dijî şaxa Coldwell Banker a Îzmîr-Bornovayê çalakiyek li dar xistin. Ev çalakî tenê ji bo armancên hişyariyê ye! Weke YCWK’ê em bi israr in ku em ê her tim li her derê di nava çalakiyan de bin.
Bijî Serok APO
Bijî YCWK