QAMIŞLO – Di salvegera Komployê Navnetewî li dijî Rêber Apo yê ku di 9’ê Cotmehê sala 1998’an de dest pê kir, ajansa me bi ciwanên xwendekar yên Zanîngeha Rojava axivî. Ew çawa Rêber Apo nas kirin? Girîngîya Rêber Apo ji bo azadîya gelê Kurd û mirovahîyê çiye? anîn li ser ziman û her wiha nêrîn û helwestên xwe li hemberî Komployê Navnetewî dan diyar kirin.
“Navê min Sewsen Yusef e, endama Navenda Jineolojîyê Kantona Qamişlo…
Naskirina min ji Serokatî re, em malbetek welatparêz in. Naskirina min dema însan bîrewer dibê, malbet tim behsa Serokatî dikir. Kengî hatîye Rojava, kengî tevlîbûn. Dema dest pêkê hat gunde me… Dema fikirê wî belavê li gund bû. Çawa tiştekî wek Kurdîtîyê kevnar ket destê me de. Piştî wê dema temenê me mezin bû em tevlî kar û xebat bûn. Fikra Serokatî, eşqa Serokatî, pir ket di dilê me de, jî ber ku her tim piştgirîya jin dike. Wek jinên ciwan, wek jin çawa hat dagirkirin, hat bindest kirin… Dîroka jin ewqasî dilê me de; him bi hest, him bi aqil, him bi fikir em pê hatin girêdan. Me kar bi xebatê jinêlojî re hîn bêhtir Serokatî nas kir. Yanî çawa di şoreşê re her tim digot azadîya jin azadîya civakê ye. Dema em dibêjin azadîya jin azadîya civakê ye pir bi wate ye. Di bingehê de jin e. Ewqasî dibêjê min ji jinê hezkir ji jinê behtir azadîya jin min hezkir, ewqas mane di dilî însan da çêdikê. Em jî wek jin tekoşîna xwe hîn bêhtir zêdedikin. Dema li hemberî me ewqas hezkirin, ewqas şopdarê vê dîroka koletîyê de, jin ji vê tarîtîye rakir, ewqasî piştgirya jin hebû bê şopdarê koletîya jin… Em jî wek endamên jinêlojî, wekî jinên ciwan, em şopdarî vê rastîyê, vê fikirê ne. Ev tecrîda li ser Serokatî jî di şexsê Serokatî de, tecrîda li ser mirovahîye gîştî ye, bi taybet li ser fikra jin, tekoşîna jin e. Em jî dixwazin her tim vê fikrê belav bikin, vê felsefê belav bikin. Em her tim li ser piya ne, em tekoşînê dikin. Jin di ku derê de kole bibe em bêjin tundîyê bixwe, em jî wek jin em şopdarî wê ne.
Em berxwedanîya xwe, tekoşîna xwe hîn berdewam dikin. Dixwazin jin azad bibe. Di şexsê jin de civak jî azad dibê. Berxwedaniya me tekoşîna me hîn berdewam dike. Em şermezar dikin vê tecrîdê li ser Serokatî. Erê, Serokatî fîzîkî tecrîd li ser heye, lê fikra wî jî her tim di nav me de ye. Em di wê fikrê de moral digrin. Fikrê Serokatî di nav me de ye. Her tim moralê me bilind e, tekoşîna me, berxwedaniya me her tim jî berdewam e.”
“Navê min Osman Beşar e. Ez ji Kobanê me. Xwendekarê Zanîngeha Rojava me, beşê raghandinê dixwînim.
Bi rastî ev roj, ji gelê me yên Kurd û hemû gelên demokratîk re rojekî reş e. Ji ber ku berîya Serokê me dest bi vê karî xwe bike, em gelê Kurd û me hîn dîrokê xwe nas nedikir û me demokrasî nas nedikir. Yanê rastî em di bin destê zilmekê de bûn û me bi koletîyê jiyan dikir. Piştî ku Serokê me rabû em bi xwe hesandin û em bi xwe dan naskirin; em kîne û jiyanek azad di nav me de çêkir. Ti cûdahî nekir navberî me Kurd û Ereb. Yan zilam û jin de. Piştî me xwe naskir û dewlatan ev komplo çêkir. Ji ber ku ev jî xeteriyekî li ser wan e. Ji ber ku gel bi xwe hesiya, bi demokrasîyê hesîya û koletî qabûl nekir. Ev tişt bû xeterîyek li ser wan. Ji ber vê tiştê ev komplo li ser RÊbert çekirin. Armanca wan, ji ber ku her çar parçe kurdistanê, gelê me pê hesîya, em bêjin ê dora me jî bi xwe hesîya û bi jiyanekê hesîya bi azadîyekê hesîya û wekî berê xwe bin koletîyê da nehîştin, tehmûl nedikirin, di bin koletîyê de, hedî rabû li ser piya û behsa jiyanek azad dikirin. Gotina Rêber Apo, gelek gotinên wî hene, bi rastî û fikir, û mijarên wî gelek in, û pirtûkên wî hene, em dizanin. Pirtûkên wî, tiştî em dixwînin, bi fikirê wî em gihîştin vê astê kû em hîro zimanê xwe dixwînin, em îro zimanê xwe diaxivin. Gotinên wî gelek bûn, em bêjin yek li ser demokrasîyê, ferq navber zilam û jinê da, ferq jiyana azad û em bi xwe hesandin, digotin ferq û cûdahî di navberî kurd û areb tine be ev kurd e, ev erebe ev tirkmen e, û em bêjin ku tiştî wî dixwest, ne ku em dijî dewletên din rabin, dixwest em bi xwe bihesin, em xwe nasbikin û em jiyana xwe nasbikin, em kî ne. Bi rastî me got ew rojek reşe ji bo me û heya tim û her deqe ew di serê me de ye. Gava difikirin Serokê me heya niha di zîndanê da ye. Niha, bi rastî ew heba, jiyana wî azad ba, li cem me ba, gelek pêşketin di me de çêbibana û bi rastî em mihtac fikrê wî ne di vê weqtî niha de û demê dawîyê jî hemû tişt li ser wî qutkirin. Berê mihamîyê wî dicûn cem, me pirtûk wî didîtin, fikrê wî ji me re dihat, li ser fikre wî em dimeşîya, me riyê xwe berdewan dikir. Lê piştî hemû tişt li ser wî qutkirin, bi rastî em gelek aciz dibin. Em nizanin hestê xwe çi bêjin, bi rastî ev rojek pir reş e ji bo me û bi hevî ne ew dewletên harid ê demokratîk ê mafê mirova li cem wan heye zanibin Serokê me jî ewqas sal di wê zindanê de ye. Em bi hêvî ne, bes exbark wî ji me re were, yan mihamî wî here cem yan tiştek ji me re were. Em zanibin Serokê me wedawî çawaye, sihata wî çawa ye. Em fikirê wî dibê em mihtac wî bin ji me re werê, em bi hêvî ne ev tiştan alîkar bin û em gî tiştî kin. Gotina min ê dawî, em dixwazin ew fikrê Serokatî meşandî ji me re, em dixwazin ew tişta pêkwere. Em jî kurd wekî hemû alamê, wekî hemû dewletan, em jî xwedî mafek bin, xwedî heqekî bin, li ser ardê xwe, li ser axa xwe, em jî azad bin û hêdî bese ew şer û tişt tê ser me û Serokê me jî derkeve, em jî wekî hemû dinyayê jiyan bikin, sipas.”
“Navê min Zerîban Hisên e, xwendekara beşa jinêlojî di zaningeha Rojava de. Jixwe demê min Serokatî naskirîye, ji zaroktîyê de bû. Çawa me nas kir? Dema me nûçe temaşedikir, me suretê wî didît. Dema me pirtûkên wî didît, suretê di serê me de hatibû çêkirin û di heman demê de navê wî di jiyana me de dihatê derbas kirin. Tabî bi buyîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, zêdetir Serokatî, jiyana Serokatî, naskirina Serokatî, ew esasan, ket nav jiyanê me. Her kêlî di jiyana me de me Serokatî bi bîrdianî me gotinên Serokatî di nava jiyana xwe da digot, me hewl dida ku em pêk bînin. Me bi fikir û felsefêya Serokatî, bi paradîgmayê ku Serokatî ji me re danîyê em dixwazin jiyanekê ava bikin, ji ber wê her hewl danên me hene ku em vê yeke pêkbînin. Niha, tabî em dizanin di salên 1999, 2000’î de Serokatî hat girtin, di zindanê Îmralîyê de, ev çend salên tecrîdek gelek giran li serokê me tê kirin. Dest pêkê em gelekî vê tecrîdê li ser serokê xwe şermezar dikin. Em bang li Netewên Yekbuyî, li rêxistinên mafê mirovan dikin ku hewldanên xwe, zagonên xwe pêkbînin, ji bo ku em karibin hev dîtin bi Serok re bikin. Parêzvanên Serok karibin Serok bibînin. Ji ber ev rastîyek e, ji ber gelê kurd bê Serok nikarin jiyan bikin. Her em di nav jiyana xwe de, her em vê gotinê silogan dibêjin, bê serok jiyan nabê, lê bi rastî di nav jiyana me de ev jî heqîqetek e. Yanê, rastî bê serok jiyan nabê. Ji bo wê jî li ser asta dîplomasî jî li ser asta dewlet, netew-dewlet jî ev yek tê kirin. Em dixwazin li hevdîtin bi dewletan re çêbikin, bi serok wezîran û her wekî din re çêbikin, heya em kanibin hev dîtinan bi Serok re çêbikin. Ev erka me ye, berpirsyartîya me hemûya ne. Em vê tecrîdê li ser Seroketî qutbikin, di wê demê de jî em bigihînin azadî ya Serokatî ya fîzîkî, em kanibin him bi kedê xwe, ku bi ev kedê em dikin, bi felsefa Serokatî em kanibin wî ji zindanê derbixin. Di nav xwe de bibînin, di nav me de jiyan bike. Wekî Serokê me ji dibêjê, barê şoreşê were ser milê jin û ciwanan, em jî wek jin, him wekî ciwan, him wekî jinên ciwan em vê barê hildidin li ser milê xwe ku em her tişt ji me werê xwestin di hindurê vê şoreşê de ku em karibin rolek çiqas biçûk be, çiqas mezin be, ferq nake, ama em bi qasî barê xwe bi qasî her kes karê çibikê, bila bike. Ji bo wê em bang li hemî ciwanin kurd, jî ê netewên din jî yên ku dixwazin bi azadî jiyan bikin, yên ku dixwazin bi aşîtî jiyan bikin, em bang li wan dikin ku ew jî tevlî me bibin, ew jî bi dengê xwe tecrîdê li ser Serokatî bi dawî bikin.”