QAMIŞLO – Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û ji bo şermezarkirina komployê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran şêniyên navçe û bajarokên kantona Qamişloyê li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Bi yekitiya gelan emê êrişên Dewleta Tirk a faşîst têk bibin û Rêber Apo azad bikin” derketin qadan. Li Qamişloyê bi hezaran şêniyên bajêr û navçeyên wê ji Çerxerêya Felahîn (Cotkaran) heya rêya ber balafirxaneya Qamişloyê ve meşiyan. Bi sedan xwendekarên dibistananên navîn û amedeyî, rûspiyên Ereb û Kurd, endamên saziyên sivîl û ciwan tev li xwepêşandanê bûn. Li ber têketina balafirxaneyê meş rawestiya û veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de endama Înîsiytîfa Gel a Herêma Cizîrê Nisrîn Doko axivî û berxwedana gelan a li hember Komploya Navneteweyî, silav kir. Nisrîn wiha axivî: “Gelê me yê berxwedêr, li ser rêya Rêber Apo ye.” Nisrîn destnîşan kir ku vîna gelê ku dibêje azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya azadiya wî ye, dê bi ser bikeve. Di dawiyê de Nisrîn got: “Dewleta Tirk bi armanca şikandina vîna gel êriş dike. Lê belê gelê me dev ji rêgeza têkoşînê bernade. Hebûna Kurdan rastiyek e û tu hêz nikare wan tune bike. Gelê me tu carî gav paşde naavêje û dê li qadan be.
”RUSYA BI ÎSRARE BIBE ŞIRÎKÊ KOMPLOYA NAVNETEWΔ
Endamê Însîyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan Komploya Navneteweyî şermezar kir û got: “Hemwextî salvegera komployê, Dewleta Tirk bi awayekî hovane êriş dike. Sivîlan û saziyên xizmetguzariyê; kehrebe, av, sotemenî û enerjiyê dike hedef. Ev ne êrişeke ketober e.” Saroxan destnîşan kir ku li Îmraliyê Rêber Apo rûbirûyî îşkenceyeke herî hovane ye û ji 3 salan ve agahî jê nayê wergirtin, tevî wê jî Rêber Apo berxwedaneke bêhempa didomîne.
Her wiha Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo, Însiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Apo û Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, nameyeke têkildarî sûcên li dijî Rêber Apo û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, radestî navenda têkiliyan a Rûsyayê ku li balafirxaneya Qamişloyê ye, kir. Lê navend, name wernegirt. Têkildarî vê mijarê, endamê Înîsiyatîfê Silêman Ehmed helwesta Rûsyayê ya li hember Komploya Navneteweyî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û destnîşan kir ku Rûsya bi israr e ku bibe beşeke Komploya Navneteweyî.