ENQERÊ – Xwendekarên zanîngehê yên Enqereyê bi civîneke çapemeniyê avakirina “Însiyatîfa Zanîngeha Demokratîk a Enqereyê” ragihandin. Daxuyaniya li avahiya înîsiyatîfê bi Kurdî û Tirkî hat dayîn. Endama Înîsiyatîfê Zûbeyde Kaya jî diyar kir ku dewlet dixwaze “ciwanekî bêpirs û îtaetkar biafirîne”.
Kaya got, “Alîtiya herî tund a vê amûrê ew e ku bûye saziya asîmîlasyonê û vê asîmîlasyonê li ser ciwanên Kurd pêk tîne. Asîmîlasyona ku di dibistana seretayî de dest pê dike, li zanîngehan digihêje asta herî jor û hewl dide pêvajoya asîmîlasyonê bi dawî bike. Ciwanên Kurd bi betalî û birçîna kesên ne Tirk û yên weke Tirkan nafikirin bitirsînin.” “Li aliyê din divê em mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hem weke qebûlkirina mafên mirovan û hem jî weke erka her kesî bibînin. Baweriyên civakî yên madî û manewî. Divê hemû gel ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê mezinkirina têkoşînê weke erkekî qebûl bikin.”