NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê ragihand ku li dijî Komploya 9’ê Cotmehê çalakiyek li dar xistine. Yekîneyên YCWK’ê diyar kirin ku li gundê Wanê li dijî qereqola dijmin a li ser rêya Êlih/Sêrtê û mala kesê hevkar bi navê Aydin Demîr çalakiyek hatiye lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye:
Rêya azadî û demokrasiyê ya Kurdistanê bi xistina xaça Îmraliyê ye. Heta ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji holê ranebe, komplo her tim zindî dimîne û polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Azadiya fîzîkî ya Rêber APO û azadiya Kurdistan û Rojhilata Navîn di vê çarçoveya diyalektîk de ye. Heta ku ev rastî neyê naskirin û li dijî wê têkoşîn neyê kirin, wê komploya li ser civakan her dem bi awayekî sîstematîk tevbigere. Yekîneyên me yên YCWK’ê yên bi vê hişmendiyê xwe rêxistin kirine, her tim çalak in û derbeyan li faşîzmê dixin.
Li ser esasê van prensîban yekîneyên me li nuqteya kontrolê ya li ser rêya Êlih/Sêrtê ku dijmin bi roj bênavber nasnameyan kontrol dike û li Taxa Wan Koyiçî, mala Aydin Demîr ê ku bi dijmin re hevkarî kirî çalakiyek li dar xistin.
Bijî Serok Apo
Bijî YCWK