HESEKE – Îro di saet ber bi êvarê ve li Hesekê bi dehan ciwan û jinên ciwan û endamên Hêzên Cewherî li navenda ciwanan kom bûn û 29 şehîdên hêza Asayîşê bi bîr anîn. Beriya ku bername bê destpêkirin di şexsê fedaiyên Enqere şehit Rojhat û şehit Erdal û 29 şehidên asayişê ji bo tevahî şehidên şoreşê deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştê wê ji bo şehidan mum hate pêxistin.
Girêdayê giringiya rojê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Betûl Ehmed axifî. Betûl Ehmed di serî de şehidan bi bîr anî û da diyar kirin ku ev êrîşa Dewleta Tirk a faşist, dagirker bêexlaqî ye û derweyê qanûnê şer e. Her wiha hat gotin ku êrîşên dijmin wê tû carê bê bersiv nemîne.
Wek tê zanîn Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakûr û Rojhilatê Suriye nasnameyên 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku 9’ê Cotmeha 2023’yan li herêma Koçeratê ya Dêrikê di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, aşkere kir.
Sibê ji bo 25 şehîdan li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê de saet di 10:00`an de, li bajarê Kobanê jî saet di 11:00`an de merasîmên oxirkirinê werin li darxistin.