QAMIŞLO – Îro li Qamişlo, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan ji bo 29 Şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê ku di 8’ê Cotmeha 2023’an li herêma Koçeratê ya Dêrikê di bombebarana balafirên Dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn daxûyanîyek dan.
Mûm hatin pêxistin û daxûyanî piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên azadîyê destpêkir. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed Qamişlo axivî û got ku wek ciwan, êrîşên dagirkerîyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin, heya dawîyê li ser lingan bin û tucarî dest ji berxwedanîya xwe bernadin. Diyar kir ku çiqas Dewleta Tirk bi balafiran êrîş bike jî, ewê tucarî neşkin. Piştre diyar kir ku bi êrîşên dawî ku 29 heval şehîd ketine, ew hîn bi hêztir bin û hêrsekê mezintir li dijî dijmin raber bikin.