DÊRÎK – Bi dehan endamên Tevgera Jinên Ciwan û şênî li pêşiya komîna şehîd Sozdar a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna 29 şehîdên di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî akademiya şehîd Nisrîn a gundê Hemzebeg ê bajarê Dêrikê de şehîd bûne, kom bûn.
Di serî de dayika şehîd Ferhad Dêrik, Şêrîn Umer got: “Şehîdên me bi payeya şehadetê ji akademiya şehîd Nisrîn derçûn, em soza şopandina rêya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan didin.”
Çalakî bi siloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.