EFRIN – Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li seranserî herêmên me bênavber didomin û bi van êrişan gelê me dikin hedef. Her wiha dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê bi her cure rêbazên şerê taybet ve demografyaya heremê diguherîne. Li hember van êrişên dijminê dagirker ji aliyê hêzên me ve di dîrokên cuda de çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin.
“Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li seranserî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bê navber didomin. Li hember êrîşên dagirkeriya Tirk hêzên me rêzeçalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de:
- Di roja 8’ê Cotmehê de li xeta navçeya Şera ya Efrînê şervanên me çalakiyek taybet li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.
- Di roja 9’ê Cotmehê de jî li bajarokê Babê çalakiyeke din a taybet hate li darxistin. Di encama vê çalakiyê de jî leşkerek û çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Di encama van çalakiyan de bi giştî leşkerek û 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 7 çete jî birîndar bûn.