NAVENDA NUÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ji 4′ê Cotmehê ve êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî didomîne. Di êrişan de yekser binesazî, avahiyên jiiyanî, xizmetguzarî û tenduristî mîna stasyonên kehrebe, av, enerjî, gaz û petrolê, her wiha gund û akademî hatin hedefgirtin.
Di encama êrişan de heta kêliya amadekirina vê nûçeyê 47 kes şehîd bûne û zêdetirî 59 kes birîndar bûne.
Agahiyên têkildarî şehîd û birîndaran wiha ne:
- Şehîdên sivîl: Ebdurehman Nasan, Gilo Şêx Elî, Ebdurehman Hecî, Huzeyfe Hiso, Îsmaîl Xelîl, 5′ê Cotmehê li Kobanê şehîd bûn. Ednan Ebdî û Riyad Korekcî 5′ê Cotmehê li Hesekê şehîd bûn. Mihemd Hisên El Ilêwî 5′ê Cotmehê li navçeya Tirbespiyê şehîd bû. Di heman rojê de 8 kesên din jî birîndar bûn.
- 5′ê Cotmehê: 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndr bûn.
- Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 6′ê Cotmehê de jî 7 welatî birîndar bûn.
- 8′ê Cotmehê: di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li herêma Dêrikê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir şehîd bûn, 28 jî birîndar bûn.
- 9′ê Cotmehê: Di êrişên dagirkeriyê yên dijî gundê Mestûr ê navçeya Eyn Îsayê de Nadiya El Eyaş (10) û Elî El Eyaş (9) şehîd bûn.
- Di heman rojê de ji ber topbarana dijî karkerên jin ên li zeviyên pembû yên li navçeya Zirganê dixebitîn, 4 karker û zarokek birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: Rekse Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêne Hemod (20) û Cûmana Hemad.
- 10′ê Cotmehê: Di topbaranên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gundê Xalidiyê yê bejahiya Girê Spî de Emşe Hîlal El Bekar (65) şehîd bû û hevjînê wê Mihemed Xelef El Elî (70) bi giranî birîndar bû.