HESEKÊ – Weke tê zanîn Dewleta Tirk a faşist, dagirker 5’ê Cotmehê destpê êrîşên xwe ya hovanê li ser Rojavayê Kurdîstanê kir û encamê êrîşan de gelek cih û warên jiyanê hatin bombebarankirin û gelek kes di van êrîşan de şehit ketin û pir kes jî birindar bûn. Dewleta Tirk a metinger 6 roje êrîşên xwe yê hov bê navber berdewam dike. Herî dawî encamê wan êrîşan de 29 endamê asayişê gihiştin şehadetê. Îro jî 23 kesên ku şehit ketibûn li Qamışlo, Hesekê, Derîk û Kobanê bi merasimên girseyî hatin oxirkirin.
Li ser van esasan Ajansa me Nuçe Ciwan, nerîn û helwestên ciwanan derbarê êrîşên dawî ya li ser herema Bakur û Rojhilatê Surî de girt.
Betûl Semir ku endamê Komiteya Ciwan û Werzişê ya bajarê Hesekê ye wisa got: “Armanca êrîşên herî dawî yên li ser heremên me şikandina vîna gel e.” Semir bang ciwan û jinên ciwanên Rojava kir ku li hemberî van êrîşan yekbûna xwe ava bikin.
Zahir Helep a ku endama Hêzên Cevherî ye da diyar kirin ku, ewê heta nokte xwina xwe ya dawî li hemberê wan hêzên terorist şer bikin.
Endamê Ciwanên Şoreşger Hogir Çiya jî hestên xwe wisa anî li ser ziman: “Em 29 şehîdên ku di encamê êrîşên hovane de şehît ketine bibirtinîn. Emê şopdarê wan hevala bin. Wê ji me re bibin sembol. Em bi şehîdên xwe serbilindin”
Çiya anî li ser ziman ku Dewleta Tirk dixwaze ciwanan durî ji kar û xebat bixe lê ciwan tu carî devj ji kar û xebatê xwe bernadin. Hogir Çiya berdewamiya axaftina xwe de wisa anî li ser ziman, “Em tu carî ji van êrîşan bandor nabin, ji ber ku me fikrê Serok girti ye û ji ber vê jî tu car fikrê me nayê guhertin”
Endamê Ciwanên Şoreşger Hesen Elî jî êrîşên herî dawî şermezar kir û bang ciwanên Rojava kir ku bertekê xwe beramberê van êrîşan bidin diyar kirin.