NAVENDA NÛÇEYAN – Agahiyên nasnameya êrişkarê îro êrişê welatiyek yê Başûrê Kurdistanê kir û di encama bersivdana welatiyê Kurd de hate kuştin gihiştin destê ajansa me Rojnews’ê.
Hate ragihandin ku îro di saetên êvarê de li bajarokê Sengeser yê girêdayî navçeya Pişder ya ser bi Îdareya Raperîn ya girêdayî Parêzgeha Silêmaniyê kesekê ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li ser motorsîkletê û bi çekê êrişî welatiyê Kurd yê Başûrê Kurdistanê kir. Hate zanîn ku welatiyên ji Başûrê Kurdistanê bersiva êrişkar da û di encamê de êrişkarê ji Tirkiyeyê hate kuştin. Herwiha li gorî agahiyên bi dest ketine kesê hatiye kuştin endamê MÎT’a Tirke.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet bi dest Rojnews’ê ketine, endamê MÎT’ê yê ku êrişê welatiyê Kurd yê ji Başûrê Kurdistanê kir kesê binavê Sînan Demiryurek ji bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê ye.
Hate zanîn ku êrişkarê endamê MÎT’ê Sinan Demiryurek demeke li bajarê Silêmaniyê dijî.